Bernameya ‘Fîlmekîmî’ hat eşkere kirin

“Fîlmekîmî” ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin û bernameya nîşandanê hate eşkere kirin.

Fîlmekîmî îsal cara 18’emîn dê di navbera 4-13’ê kewçêrê de li Stenbolê li dar bikeve. Fîlmên Fîlmekîmî di navbera 11-15’ê heman mehê li Enqereyê, di navbera 18-22’yê mehê de jî dê li Îzmîrê derdikevin li pêşberî temaşevanan. Di bernameya festîvalê de gelek fîlmên balkêş û xelatgirtî cih digirin.

“Marriaga Story”

Derhênerê navdar û xelatgirê Oscarê Noah Baumbach bi fîlmê xwe “Marriage Story” li Festîvala Fîlman a Venedîkê derket pêşberî temaşevanan û ji bo fîlmê li çepikan xistin. Lîstikvan Adam ji Torontoyê Xelata Lîstikvana Serketî girt. Scarlett Johansson, Adam Driver, Laura Dern, Alan Alda û Ray Liotta jî di fîlmê de lîstine.

“The Laundromat”

Fîlmê derhêner û xwediyê Oscarê Steven Soderbergh yê “The Laundromat” derdikeve li pêşberî temaşevanan. The Laundromat çîroka rojnamegeran tîne li ber perdeya sînemayê ku hin nepenî radixin ber çavan. Fîlm, ji pirtûka rojnameger û xwediyê Xelata Pulitzerê Jake Bernstein a bi navê “Secrey World” hatiye girtin û di fîlm de Meryl Streep, Gary Oldman û Antonio Banderas dilîzin.

Derhêner Atom Egoyan bi fîlmê xwe yê bi navê “Guest of Honor” re tê. Fîlmê wî cara yekem li Venedîkê hat nîşandayîn. Ligel vî fîlmê, “La Verite” yê derhêner Hirokazu Koreeda ku li Venedîkê hate nîşandayîn li Fîlmekîmî derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Fîlmên Xelatgir

Fîlmê derhêner Bong Joon-ho “Parasite” ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girt; fîlmê derhêner Pedro Almodóvar “Pain and Glory” ku li Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî (Antonio Banderas), fîlmê Jessica Hausner “Joeyê Biçûk” ku Xelata Lîstikvana Herî Serketî (Emily Beecham) girt, fîlmê Albert Serra ê bi navê “Liberte” ku Xelata Jurî ya Taybet girt, fîlmê Birayên Dardenne ê bi navê “Ehmedê Ciwan” ku li Cannesê Xelata Derhênerê Herî Serketî Palmiyeya Zêrîn girtiye, li Fîlmekîmî cî digirin.

Salon û buhayê bilêtan

Fîlmên Fîlmekîmî li Beyogluya Stenbolê li salonên Sînemaya Atlasê û Sînemaya Beyogluyê, li Nîşantaşîyê li Cinemaximum City’s û li Kadikoyê li Sînemaya Reksê û Sînemaya Kadikoyê; li Enqereyê Cinemaksîmum Cepa, li Îzmîrê jî li Cinemaksîmum Konak Pierê dê bêne nîşandayîn.

Ji bo bîlet ûnagahiyên zêdetir: filmekimi.iksv.org

Çavkanîya nûçeyê: www.Diyarname.com

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir