Bernameya Kinoyê tê li Amedê
Bernameya Kinoyê her sal ji alîyê Goethe-Institut ve û bi piştgirîya German Filmsê ve tê lidarxistin, mînakên balkêş û herî nû yên sînemaya Elmanyayê tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmên bernameya Kinoyê ya 2023yê di navbera 10-11-12ê Mijdarê de li Mordem Sanatê bêne nîşandayîn. Fîlmê derhênera kurd Ayşe Polatê yê “Im toten Winkel” (Kor Noktada, 2023) jî îsal di bernameyê de cî digire ku fîlm li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û xelat girtin.
Bernameya Kinoyê piştî bajarên Stenbol û Enqereyê tê li bajarê Amedê ku li 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê, Sînematek/Mala Sînemayê û 34emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê derket li peşberî sînemehezan. Nîşandayînên Kinoyê yên 2023yê bi hevkarîya Navenda Çanda Diyarbekirê û Mordem Sanatê ve wê di rojên 10-11-12ê Mijdarê de bê lidarxistin û piştî Amedê dê di navbera 29ê Mijdarê û 1ê Berfanbarê de li bajarê Îzmirê berdewam bike. Di çarçoveya nîşandayînên Kinoyê de li Amedê bi tevahî 5 fîlm dê bêne nîşandayîn. Hate eşkerekirin ku hemû nîşandayîna fîlman bêpere ne.
Bernameya Kinoyê ya 2023ê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com