Bernameya m2 Film Labê li benda sînemageran e

Bernameya m2 Film Labê bi formateke nû dikeve sala xwe ya sêyemîn. Bernameya Pêşvebirina Fîlman a m2 ji bo fîlmên metrajdirêj ên yekem an jî duyem piştgirî dide li sînemageran, ji sala 2023yê û heta 2024ê kargeha senaryoyê ya rûbirû û hevdîtinên onlineê li dar dixe. Hate ragihandin ku ji bo Bernameya m2 Filmê pêvajoya serîlêdanê destpê kiriye û dê heta 19ê Gulanê bidome.

Bernameya Pêşvebirina Fîlman a m2 wekî sala par îsal jî ji aliyê Film Independent û Bûroya Karên Perwerdehî û Çandê ya Wezareta Karên Derveyî ya DYAyê û bi hevkarîya bernameya Global Media Makersê ve tê li darxistin. Di çarçoveya bernameyê de her sal ji bo sînemageran “Kargeha Pêşvebirina Senaryoyê” li dar dixin. Komên projeyên hilbijartî dê beşdarî li xebateke berfireh a senaryoyê bibin ku ji aliyê mentorên kargehên senaryo û derhênerî yên Ruth Atkinson, Neal Dhand û Alî Vatansever ve (Film Independent Global Media Makers (GMM) tê birêvebirin. Bernameya senaryoyê dê di meha Gelawêja 2023yê de destpê bike û heta Gulana 2024ê bi xebatên senaryoyê, li ser mijaren çêkirin, belavkirin û bazargerîya fîlman bidome.

Hemû sînemagerên ku li ser fîlmên xwe yên yekem an jî duyem dixebitin dikarin heta dîroka 19ê meha Gulanê serî li kargehê bidin. Hate ragihandin kargeha sînemayê bêpere ye û dê bi îngilîzî bê li darxistin.

Ji bo agahî û serîlêdan: https://www.m2filmlab.com/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: