Bernameya Sermawezê ya Şanoya Bajêr a Amadê diyar bû

Bernameya meha Sermawezê (Mijdar) ya Şanoya Bajêr a Amadê hate eşkerekirin. Di navbera dîrokên 14-30’ê meha nû de li Amedê, lîstikên “Xewna Şeveke Havînê”, “Dawîya Dawî” û “Pîre û Rovî” derdikevin li pêşberî şanohezan.

Lîstika “Xewna Şeveke Havînê” ku ji aliyê nivîskarê mezin William Shakespeare re hatiye nivîsandin, bi derhêneriya Ferhad Feqî û bi wergera Kawa Nemir, dê 6 rojan di Saet 19:30’ê de li Amedê bê lîstin.

“Pîre û Rovî” lîstika zarokan a Şanoya Bajêr a Amadê ye. Berhevkarê lîstikê nivîskar û zimannas M. Malmîsanîj e û bi derhêneriya Elvan Koçer re, dê di dîroka 24’ê Sermawezê Saet 12:00’ê de bê lîstin.

Temaşeya Stand Upê “Dawîya Dawî” bi derhêneriya Kemal Gokhan Gurses, dê di 16’ê meha Sermawezê Saet 19:30’ê de bê lîstin.

Bernameya Sermawezê ya Şanoya Bajêr a Amadê:

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: