Bernameya Sermawezê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
Bernameya meha Sermawezê (Mijdar) ya Şanoya Bajêr a Amedê hate eşkerekirin. Di navbera dîrokên 14-30’ê meha nû de li Amedê, lîstikên “Xewna Şeveke Havînê”, “Dawîya Dawî” û “Pîre û Rovî” derdikevin li pêşberî şanohezan.
Lîstika “Xewna Şeveke Havînê” ku ji aliyê nivîskarê mezin William Shakespeare ve hatiye nivîsandin, bi derhêneriya Ferhad Feqî û bi wergera Kawa Nemir, dê 6 rojan di saet 19:30’an de li Amedê bê lîstin.
“Pîre û Rovî” lîstika zarokan a Şanoya Bajêr a Amedê ye. Berhevkarê lîstikê nivîskar û zimannas M. Malmîsanîj e û bi derhêneriya Elvan Koçer ve dê di dîroka 24’ê Sermawezê saet 12:00’an de bê lîstin.
Temaşeya Stand Upê “Dawîya Dawî” bi derhêneriya Kemal Gokhan Gurses re dê di 16’ê meha Sermawezê, saet 19:30’an de bê lîstin.
Bernameya Sermawezê ya Şanoya Bajêr a Amedê:
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com