Bernameya We Are One: Festîvala Fîlman a Globalê diyar bû
Li gorî nûçeya ku di malpera Deadlineê de cih digire, bernameya We Are One: Festîvala Fîlman a Globalê diyar bû. Ji ber vîrusa coronayê îsal li seranserê cîhanê gelek festîvalên fîlman an hatin taloq kirin an jî weke online têne li darxistin. Ji ber vê yekê gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî; Cannes, Berlîn, Tribeca, Venedîk, Sundance, Karlovy Vary, Locarno û Torontoyê jî tê de, biryareke dabûn ku ew ê bi hev re festîvaleke hevpar a bi navê “We Are One: Festîvala Fîlman a Globalê” li dar bixin. Festîvala Fîlman a Globalê ji aliyê Tribecayê, dê di navbera dîrokên 29’ê Gulanê û 7’ê Pûşberê de weke online û li ser Youtubeê bê li darxistin ku bernameya festîvalê jî hat eşkere kirin.
Di çarçoveya bernameya festîvalê de projeyên Berrahiya Ferazî, hevpeyvînên derhêneran û galayên gelek fîlman jî cih digirin. Di beşa hevpeyvînên derhêneran de, derhênerên navdar ên wekî; Jane Campion, Claire Denis, Francis Ford Coppola, Bong Joon-ho, Song Kang-ho, Steven Soderbergh ve Guillermo del Toroyî dê weke online li ser fîlmên xwe biaxivin.
Hat ragihandin ku, hemû dahatên festîvalê, dê ji bo organîzasyonên Tendûrîstî yên COVID-19’ê bêne dayîn. Ji bo Bernameya We Are One: Festîvala Fîlman a Globalê: http://www.weareoneglobalfestival.com/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com