Beşa nû ya bernameya “Dîwanên Sînematîk”ê hate weşandin
Bernameya Dîwanên Sînematîkê ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û beşên bernameya sînemayê li ser kanala Youtubeê ya platforma Botan Timesê têne weşandin. Derhêner û belavkarê fîlmên kurdî (Rêtaw Film Distrubition) Zanyar Muhemmedîneko mêvanê hefteya dawî yê Gelawêjê bû. Zanyar, di beşa nû ya bernameyê de behsa “Bilavkariya Fîlmên Kurdî” dike.
Derhênerê kurd Zanyar Muhemmedîneko heta niha di gelek projeyên kurtefîlmên bi Kurdî de xebitîne û kurtefîlmên wî yên; “Şêwey yek zîndû” (As if alive, 2013), “Le lay min” (By my side, belgefîlm, 2016), “Bîroke xoľawiyekanî min” (My clayey conception, 2017) û “Şiwênpence” (Fingerprint, 2021), li bernameya gelek festîvalên fîlman hatine nîşandayîn.*
Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye ku sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehîyê û bername, vîdyo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com