Beşa yekem a rêzefîlmê “Kaçiş”ê hate weşandin
Plaforma dîjîtal a DİSNEY+ (DİSNEY PLUS) li Tirkiyeyê dest bi weşanê kir û dê di malpera xwe de gelek naverokên rêzefîlm û sînemayê bihewîne. Rêzefîlmê yekem a DİSNEY+yê “Kaçiş” (Revîn) e ku di 14ê mehê de bi beşa xwe ya yekem re derket li pêşberî temaşevanan.
Rêzefîlmê “Kaçış” qala jan û êşên jinên Kurdên Êzîdî yên li Rojhilatanavînê dike. Di rêzefîlmê de komeke rojnamevan bi nepenî derbasî aliyê din ê sînorê dibin, li wir têne girtin û rastî gelek bûyerên nexweş û jandar tên. Dixwazin ji wir xwe rizgar bikin. Di rêzefîlmê “Kaçış”ê de lîstikvanên wekî; Engîn Akyûrek, Îrem Helvacioglû, Azîz Çapkûrt, Levent Ulgen, Onur Bay, Leyla Tanlar, Dîlan GeZaza, Aras Aydin, Adem Yilmaz, Serkan Genç, Sezgîn Uzun Bekîroglû jî dilîzin.
Rêzefîlmê nû bi çêkerîya O3 Medya û Same Filmê û ji aliyê derhêr Yagiz Alp Akaydin ve tête kişandin. Senaryoya rêzefîlmê Alî Doganay dinivîse û beşên Kaçişê li bajarê Dîlokê û li gundên nêzîkî sînorê têne kişandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com