Beşa yekem a rêzefîlmê “The Fall of the House of Usher”ê hate weşandin
Rêzefîlmê Mike Flanagan û Michael Fimognarî yê “The Fall of the House of Usher” ji çîroka bi heman navê ya wêjekar û nivîskarê mezin Edgar Allan Poeyî îlhama xwe girtiye û ji bo platforma dîjîtal a Netflixê weke 8 beşan hatiye kêşandin. Beşa yekem a rêzefîlmê îro derket li pêşberî temaşevanan.
“The Fall of the House of Usher” ji çîroka bi heman navê ya Edgar Allan Poeyî îlhama xwe girtiye û ji gelek çîrokên wêjekarê tê kêşandin. Senaryoya rêzefîlmê Mike Flanagan û Emmy Grinwis bi hev re nivîsandine ku tê de lîstikvanên wekî Carla Gugino, Bruce Greenwood, Carl Lumbly, Rahul Kohli, Kate Siegel, Henry Thomas, Willa Fitzgerald, Mary McDonnell, Mark Hamill û Zach Gilford jî lîstine. Di hefteya yekem a Gelawêjê de ji fîlmê danasîna vîdyoyê û çend wêne hatibûn weşandin. Beşa yekem û beşên din ên rêzefîlmê jî îro li ser platforma dîjîtal a Netflixê hatin weşandin.
Herwiha, fîlmê Scott Cooperî yê “The Pale Blue Eye” ji çîroka jiyana Edgar Allan Poeyî îlhama xwe digire, di 23yê Berfanbarê de li Amerîkayê ketibû vîzyonê, piştre jî di 6ê Rêbendana 2023yê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê derket li pêşberî temaşevanan. Christian Bale û wêjekarê navdar Edgar Allan Poe di fîlmê de dikevin li pey kuştinekê ku di salên 1830an de li herêma çolterî ya New Yorkê li ser kuştinê lêkolîn dikin.
Fîlmên ku ji çîrok û helbestên Edgar Allan Poeyî ji bo hunera sînemayê hatine kişandin
Edgar Allan Poe: Wêjekarê mezin ê Amerîkayî Edgar Allan Poe (1809-1849) yek ji helbestvan û çîroknûsên baştirîn ên wêjeya nûjen e ku bi çîrok, kurteçîrok, helbest û nivîsên xwe ve bandorên mezin û derasayî li edebiyata cîhanê kiriye. Pêşengê wêjeya fantastîk, gotîk û pevxistina zanistî Poe di berhemên xwe de zimanekî bandorker û bêhempa afirandiye û wî di heman demê de di rojnameyan de weke rojnameger û çîroknûs xebitiye, edîtorî û rexnegiriya wêjeyê kiriye û li ser zanistên derûnnasî û stêrezaniyê gotaran nivîsandine.
Berhemên çîroknûsê nemir Edgar Allan Poeyî li seranserê cîhanê heta niha bi dehan zimanan hatine wergerandin, weke lîstikên şanoyê hatine lîstin, bûne stran, ji bo hunera heftemîn lê hatine anîn û bandorê li ser hemû warên din ên huner û jiyanê kirine.
Ji destpêka sînemayê û bi vir de, gelek çîrok û helbestên wêjekarê nemir Edgar Allan Poe li gelek welatên cîhanê ji bo hunera sînemayê weke fîlmên kurtefîlm, metrajdirêj, anîmasyon hatine kişandin û çîroka jiyana wî bûye mijara fîlman.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com