Beşa yekem a Rêzefîlmê ‘Watchmen’ hate weşandin
Beşa yekem a rêzefîlmê ‘Watchmen’ li platforma HBO’yê hate weşandin. Rêzêfîlmê nû lêanîna wêneçîroka ‘Wahtchmen’ê ye ku ji aliyê Alan Moore ve hatiye nivîsandin û xêzkariya berhemê Dave Gibbons kiriye.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazi de cih digire, beşa yekem a rêzefîlmê ‘Watchmen’ li ser platforma HBO’yê hate weşandin û rêzefîlm qala cîhaneke dîstopîk dike ji ber bandorên atmosfera şerê sar rastî bobelata nûkleer bûye. Xêzkarê Allan Moore di heman demê de xêzkarê wêneçîrokên wekî ‘The Killing Joke’ û ‘V for Vendetta’yê ye.
Di rêzefîlmê nû ya platforma dîjîtal a HBO’yê de lîstikvanên wekî Regina King, Don Johnson û Tim Blake Nelson cih digirin. Rêzefîlm ji aliyê Damon Lindelof ve hate afirandin ku bi fîlmên xwe yên wekî Lost û The Leftovers ve tê naskirin.
Wêneçîroka ‘Watchmen’ ji aliyê Zack Snyder ve bo sînemayê lê hatibû anîn.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com