Bi Erbanê Ra Rêwîtiyek Dîrokî Ber Bi Mezopotamyayê Ve

Ji bo Sînemaya Serbixwe li Enqerê em bi şopa rêwîtîya hunermendek Kurdê Rojhilatê ketin. Bi hunermendê erbanê defjen Sayed Tajedîn Hosseînî ra, ku şeş sal e li Tirkîyê dijî, li gel rêwîtîya wî ya jîyanê emê dîroka Erbanê ya kevnare û hevalbendîya wî ya erbanê jî hînbin…

‘’Jîyan qada meşê ye, her kesek ji xwera rêyek hildibijêre û têda dimeşe.’’

Berîya ku emê dest bi roportajê bikin bi hêstên xerîbî hunermendê Erbanê Sayed Tajedîn Hosseînî, bi van pêyva rêwîtîya xwe ya bi erbanê ra pênase dike. Berîya ku ez jê bipirsim serî li sohbetek xweş vedike…

Lê wan kesên rêya ku têda dimeşin ne bi dile wan e?

Weke min got: jîyan qada meşê ye, carna ew rêyên ku em têda dimeşin bi tercîha me ye, carna jî bi tercîha qedera me ye rêyên me.

Tu bi erbanê ra derketîyî rê, ev tercîh a te bû, yan jî tercîha qedera te bû?

Ez li Rohilatê Kurdîstanê li bajarê Sînê ji dayîk bûme. Malbata min malbatek oldar û ehle tesewûfîne. Sê birayên min yê ji min mezintir li defê dixistin. Di zarokatîya xwe da çevên min defe dîtin, gohên min dengê erbanê bihîstin. Ku min wan didît kêfa min gellek dihat. Ez hê çar salî bûm min erbanê da deste xwe. Min hemû hêz û eşqa xwe da erbanê. Vaye 34 sale erbane ji deste min neketîye. Ez û erbane bi hevra dijîn. Ji bo nivîsandina nota û ji bo lêxistina teknîk ez gellek xebitîm. Hê jî dixebitim. Erbane hevalekî rast û duristê ji bo min. Yanî min tercih kir qedera min rê li ber min xist. Yan jî berovajî bifikire qedera min, min bi erbanê ra kir heval û ez jî razî bûm. Yanî hem tercih hem jî qeder.

Erbane yan jî bi navê wî yê din def, enstrumantekî muzîkê ye. Ji bo te çîye girîngîya muzîkê?

Ez pirs pirsekî hêjayî bersivê ye, lê pirsekî ne hêsan e. îro dema dibêjin muzîk ji gellek kesan wetrê muzîk tiştekî hobîk e. Lê ne wisaye. Muzîk, evin e, eşq e,felsefe ye, gel e, niştîman e. Li gerdûnê çi tiştên xweş û hêja hene hemû di muzîkê da veşartî ne. Ez wisa difikirim ku xwedê mejû û hêz daye însan ji bo ku muzîk çêbike û mezinbûna xwedê baştir fêhm bike û pêra jî hînî exlaq û rastî û durustîyê bibe.

Bi salane tu li erbanê dixî. Erbane enstrumana kîjan milletî ye?

Ji bo ku em bejin erbanê ensturumana filan milletîye, lazim e pêşî em dîroka erbanê bizanibin. Yanî divê cara yekem em ji proseya jîyana erbanê haydar bin. Bê şik û bê şuphe erbanê yekem car li axa mezopotamyayê hatîye çêkirin. 12000 hezar sal berîya niha li Mezopotamya, gele mezopotamî çar heb şaxên dara bi hevra girêdan û çermê heywan kişandin ser. Armanca çêbûna erbanê ya yekem di şert û mercên wan demên kevnar da ji bo ku heywanên kovî bitirsin zirar û ziyan nede wan erbanê bikar dianîn. Heywanên kovî bi dengê erbanê ditirsandin. Piştî deman însanan îja erbanê çar goşe çêkirin, yê şeş goşê çêkirin, di dawîya dawî da erbana gilaver bû enstrumanta muzîkê. Di rojên şînî da, di rojên şahî da, di demen xemgîn da, li hember dujminan, di îbadetan da, di stran û govendên gele Mezopotamya da erbane her hebû hê jî heye. Ji xêncî erbanê gellek amûrên muzîkê yên din jî hebûne, lê hinek ji wan winda bûne, hinekên din jî netewên din lê xwedî derketine. Ji berk u netewa Mezopotamya ya herî kevin Kurd în erbane jî amûrek Kurda ye, û enstrumanek Kurdî ye.

Di nav amûrên muzîkê da cîhekî cûda yê erbanê heye?

Orkestra û komên muzîkê weke civaka mirovan e. Helbet weke her amûrek cîhê erbanê heye. Çawa ku her însanek ji bo wezîfeyek hatîbe dinyayê ji bo wî armanc û wezîfe ya xwe kar dike. Di nav civaka muzîkê da jî erbane jî wezîfeya xwe dike. Wezîfeya erbanê jî rîtm û kom e.

Heke erbane (rîtîm) nebe ji muzîkê yê çi kêm bimîne?

Heke tu rîtîm (erbane) ji nav muzîkê derxî weke ku te herdû lingên muzîkê jêkiribe, îja ku linge muzîkê tunebin muzîk nikara bimeşe. Yanî rîtîm ewqas muhîm e ji bo muzîkê.

Ji bo muzîka kurdî rola erbanê çîye?

Bi giştî rîtma muzîka kurdî gellek bi hêz e. Erbane, Dahol, Dayre, Tepîl û Tas van a bi giştî amûrên perkusyonê yên Kurdî ne. Lê hêz û teknîk û enerjîya erbanê ji hemûyan zêdetir e ji bo muzîka Kurdî.

Kesên oldar muzîkê heram dibînin. Rast e gelo? Muzîk heram e. Wan kesen kesên dibêjin muzîk heram e çima dibêjin?

Na na ne raste. Tiştek wisa qet î tune. Ew kesên ku nizanin huner çî ye, muzîk çî ye, ew kesana van tiştan dibêjin. Ji bo xeledîya vî fikrî ez minakek bidim te. Naha ez kêrek bidim te û ji tera bejim pê sêvek dîlim bike û em bixwin. Te kêrê ji min stend û pê sêv qet kir û te xwar. Ji bo armancek erênî te kêrê bikar anî. Eynî kêrî bidim kesekî din ew jî here pê însanek bikuje yê çawa be? Ka îja beje gelo kêr HERAM e? Li rûyê erde dinyayê her tiştek li gor bikarîn a xwe wate qezenc dike.

Tu Kurdekî îranîyî di li Îranê bi giştî rewşa huner û hunermendan çawa ye?

Huner li Îranê gellek pêşketîye û bi rastî hunermendên mezin li Îrane hebûne û anhajî di her beşek hunerê da hunermendên gelek gellek serkeftî hene. Lê mixabin li îranê rewşa huner û hunermendan pir xirab e. Rejîma îranê pêşî li huner û hunermendan digre. Ji bo hunermendan li Îranê rewş girane. Hukumeta Îranê derfeta konsert û çêkirina albûm û tomarkirina pirtûkan nade. Lê rewşa huner hunermendên Kurd du qat zêdetir xirab e. Huner û hunermendên Kurd hem maddî hem menewî bê piştevanî ne.

Tu weke hunermendek Kurd ji ber van sedeman hatî Tirkîyê?

Berîya ku ez werim Tirkîyê, min 3 sal li herêma Kurdîstanê karê xwe meşand. Paşê bi xwesteka hevalekî ez hatim Tirkîyê. Projeyek min ya muzîk û perkusyonê ya mezin hebû min xwest ez liv ir çêbikim, lê nebû nesîbê min. Ez hatim êdî liv ir mam venegerîyam Îranê. Baştir bû ku ez hatim Tirkîyê, kêfxweşim kul i vir im.

Tu li welatek xerîbî, bandora xerîbîyê li ser hunera te bi giştî li ser jîyana te tesîrek çawa dike?

Hem erênî ye û hem jî neyînî ye. Alîyê erênî ev e: Xerîbî bi her awayî derd e, ne rehetî ye, lê ev rewşa çevên merif vedike, merif baştir li dinyayê dinhêre. Alîyê neyînî ew e ku, dîsa xerîbî derd e, derdek mezin e û bi merif ra her mezin dibe.

Ji bo vî sohbeta şêrîn û bi ritim sipas dikim mamoste Tajedîn, berîya ku roportaja me bi dawî be, dixwazim ji bo xwîner û şopînerên Sînemaya Serbixwe behsa projeyên xwe jî bikî.

Belê çend projeyên min yê mezin hene, heke xwedê emir bide min ezê çekîm. Lê ez nizanim projeyên xwedê ji bo min çi ne. (dikene) Anha ji bo hînbûna erbanê amadekirina pirtûkek min heye li ser dixebitim. Weke gramera erbanê, ev pirtûk were çapkirin yê gellek baş be. Çend heb albûm hene ez li ser dixebitim. Di demek nêz da jî înşelah dixwazim bi navê ‘’NAVENDA AMÛRÊN PERKUSYONÊ YÊN MEZOPOTAMYAYÊ’’ navendek vekim. Ji bilî van a jî anha li Enqere li Kızılayê li sûk a konûrê studyoya min heye, albûma çêdikim û li wir qursa erbanê didim. Eleqeyek mezin heye ji bo qursê ev jî min dilşad dike.  Bi rêya te bejim. Kesên ku ji dixwazin hînî erbanê bin bira werin hînbin. Li ser medyaya civakî dikarin pêwendî bi min ra daynin. Navê qursa min DEBEDEB.DEF e. Vayê min reklama xwe jî kir, ez zor xweşhalbûm bi nasîna tê û bi vî roportaj a ku te bi min ra kir. Ji Sînemaya Serbixwe ra serkeftin dixwazim…

Hevpeyvîn-Nûçe: Abdulselam Akıncı

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: