Bi fîlmê “Kingdom of the Planet of the Apes” sêbareyeke nû destpê dike

Fîlmê derhêner Wes Ballî yê “Kingdom of the Planet of the Apes” weke dewama ‘Planet of the Apes’ê (Dojeha Meymûnan) hate kêşandin û di heman demê de yekem fîlmê sêbareyeke nû ye. Fîlm, qala çîroka komeke meymûnan dike, ku hejmara koma meymûnan ji dema Caeserê bi vir de zêde dibe û mirovan weke hov têne nîşandayîn. Di meha Mijdarê de ji fîlmê “Kingdom of the Planet of the Apes”ê fragmana yekem û afîş li ser hesabên Youtubeê yên 20th Century Studios û Disneyê hatin weşandin û dê di Gulana 2024ê de bikeve vîzyonê.

“Kingdom of the Planet of the Apes”, fîlmê dawîn ê “War For The Planet Of The Apes”ê (2017) ye, di heman demê de dê bi vî fîlmê sêbareyeke nû destpê bike. Mijara fîlmê nû, sê sed sal piştî “War For The Planet Of The Apes”ê diqewime. Senaryoya fîlmê ji alîyê Josh Friedman, Rick Jaffa, Amanda Silver, Patrick Aison ve hatîye nivîsandin û lîstikvanên wekî William H. Macy, Owen Teague, Freya Allan, Peter Macon, Eka Darville, Dichen Lachman û Kevin Durand tê de lîstine.

Di fîlmê de hejmara koma meymûnan ji dema Caeserê bi vir de zêde dibe û mirovan weke hov têne nîşandayîn. Serokekî meymûnan dixwaze rêçên teknolojîya mirovan bibîne û komên din kole dike. Meymûnekî bi navê Noa jî ji ber bindestîya qebîleya xwe, bi jineke ciwan a mirovan re derdikeve rêwîtîyekê. Di rêwîtîyê de dixwazin bigihijîn azadîyê.

Derhênerê “Kingdom of the Planet of the Apes”ê Wes Ball di derbarê fîlmê de axaft û ragihand ku plana wan ji destpêkê pê ve ne tenê kêşana fîlmekî çaremîn bû, lê ji bo vegotina çîrokeke mezintir bû: “Em ji destpêkê pê ve weke sêbareyek fikirîn.” û got “Ev fîlm bêtir destpêka tiştekî ye.”

Fîlmê “Kingdom of the Planet of the Apes” sala par li Sydneya Awistiralyayê hate kêşandin û tê plankirin ku dê di 24ê Gulana 2024ê de bikeve vîzyonê. Fîlmên rêzeya ‘Planet of the Apes’ê îlhamên xwe ji pirtûka pevxistina zanistî ya wêjekarê navdar Pierre Boulleyî yê bi heman navê girtine ku di sala 1963yê de hatibû weşandin. Yekem fîlmê rêzeyê di sala 1968ê de bi navê “Planet of the Apes” re derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir