Bi kurtî, Dîrokçeya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê
Nivîs: Rûmet Med
Dîroka 8’ê Adarê diçe heta 1857’ê, li New Yorka DYA’yê karkerên jin ên ku li fabrîqeyeke tekstîlê dixebitin, ji bo merc û şertên baştir dest bi karberdanê (grev) dikin. Bi rojan li wir weke kilîdkirî û girtî dimînin û ji aliyê “hêzên ewleyiyê” ve êrîş û tundî li wan tê kirin.
Di sala 1908’ê de li New Yorka Amerîkayê bi pêşengiya ku piraniya wan jinên karker ên sosyalîst in, ji bo mafên sendîkayî, civakî û dengdanê yên jinan civîneke li dardixin. Têkoşîna wan ji bo afirandina cîhaneke qenc û baştir e ku îro jî li seranserê hemû cîhanê didome.
Partiya Sosyalîst a Amerîkayê di dîroka 28’ê Sibata 1909’ê de li New Yorkê “Roja Jinan” li dar dixe û Konferansa Jinên Sosyalîst a Nawneteweyî (Girêdayî 2’Yemîn Enternasyonala Sosyalîst e) di sala 1910’ê de pêşniyar dike ku her sal weke “Roja Jinan” were li darxistin.