Bi Televîzyonger û Lêkolîner Abdulselam Akincî ra Li Ser Dengbêjîyê Hevpeyvînek
‘’Heke Muzîk rêyek be; di nav muzîkê da ji bo Kurda dengbêjî jî şivarêyek e’’
Em gel televîyonger û lêkolînerê ‘dengbejî’yê Abdulselam Akinci re hatin cem hev û me li ser xebatên wî hevpeyvînek pêk anî. Akincî, ev serdema bîrkirinê de wekî şervanekî bîranînê, tev digere û li ser bûyêrên civakî kilaman çêdike.
Evdilselam Akinci, nêzikê deh salane li ser dengbêjîyê dixebite û herî dawî jî li ser erdheja Xarpetê, a li 24ê Çilê ya 2020’ê de qewimî, kilamek bi formê dengbêjîyê çêkiriye. Me pirsên xwe li cinabê wî kir û wî jî bersivand.
Em di serî de te binasin û bizanin ka Abdulselam Akinci kî ye?
Ez ji gundê Hesenpaşa a girêdayê Malazgirt a Mûşê ji dayik bûm û li gund mezin bûm. Min di zaningeha Suleyman Demirel da Beşa Televîzyongerî xwend. Û ji 2009an vir de karê televîzyongerîyê dikim. Nêzîkî dehan salane jî her xabatê min li ser dengbêjî yê û li ser belevkarina çîrokên dengbêjîyê bû. Min di televîzyonan da bernameyê li ser çanda dengbêjîyê çêkir û li bajarên cûda cûda konsertên taybet lêdarxist. Lêkolînên min li ser vê yeke hîn dewam dikim.
Çima dengbêjî?
Ji bo zarokatiya min li serhedê ew dorhêla bi giştî ew dengbêjên navdarê ku lê mezin bûne û bi dengê xwe wan çiya û zozanan xemilandine derbas bû. Ji ber vê ez ber fehmê xwebûm-nebûm di guhê min da dengê dengbêjan hebû. Carna Şakiro bû, carna kilamên Evdalê Zeynikê ji zimanê dengbêjêk din bû û carna jî dawetên gund de dengbêjên heremê distirîn. Berê ev orkestre û çalxî tunebûn. Ew meraq wisa di hişê min de di cihekî de mabû.
Ew tiştê ku zarokatiyê de hişê min de mabû min berfireh kir. Hîn bûm dengbêj kî ne? Dengbêjî çi ye? Ji bo Kurda giringîya wî çi ye? Û ev rê ewqas xweşa min çû kû carna bi saya wî diçim çîrokek dildarî û carna jî min dibe enqaza erdhejekî. Carna di nav şerekî navxweyî ya eşirekî de me û çûyina zozana û bêhnek ji axê me. Li ser hezkirinê, mirinê, zewacê, yanê heman tiştî ev dengbêj xwendine û gelek tiştên me bi dengê xwe ji mirinê xilas kirin e. Ji dengbêjên ku çûne ser dilovaniya xwe re rehma Xwedê û ê ku dijîn re jî serfîrazî dixwazim.
Te ji xwe pirsî, em jî ji te bipirsin; Dengbêj kî ye?
Dengbêj hema bêje her tişt e. Dengbêj te ji sêsed sal berê agahdar dike, ew wekî rojnamevanek e. Di stranên xwe da behsa sosyolojîya civakê dike; Ji çi hezdikin, ji çi aciz dibin, ji ber çi digirîn, dawetên wan çi şiklî ne, şînên wan çi awayî ne? Hemî tahlîlên van tiştan dike. Ji ber vê dengbêj civaknas e. Li tasvîrên wî, têşeya ku di nav kilamê da, sitîla wê/î dinêrî heyrî dimînî. Bo wî/ê wêjekar e. Pênûs ne di desta de ye lê tasvîr di hiş de cih girtî ye carekî. Çîrokek di aqlê wê/î de ye û tiştên din lê dixe di hişê xwe de pevxistin/montajê çê dike, dibe sînemager. Her wiha dîrokzan e, erdnîgarnas e û hwd.
Ji bo Kurdan giringîya denbej çî ye?
Ez li ser dengbêjiye bi taybet dixebitim. Kilamê ku çêbûne behsa çidikin? Giringiya dengbêjiyê, yanî ew çima girîng e ku ez li ser wê dixebitim?. Dengbêjî ji bo min… Heke ku muzîk rêyek be dengbêjî jî şivarêyek e ku Kurda ji xwe ra vekirîye. Yanê Kurd xemgînîyên xwe, evînen xwe, derdê xwe, şahiyên xwe û her wiha her hêstên xwe hemî bi saya kilama anîne ziman. Jiber ku zimanekî wan ê nivîskî tine ye ew mesel û bûyerên, ku bandorê mezin çêdikin, her dem ji dengbêjan re bûne mijar. Îja serdema ku em di nav sedsala 21an de dijîn êdî hilberîna wek zemanên berê çênabin. Yanê îro ew dengbêjên ku qedîm tune ne. Ew xwenda jî nebûn. Şahidê demê bûn, gerok bûn û belavkarên çîrokan bûn, çîrokbêj bûn bi tebîra herî nêzî aqil mamosteyên ne xwende bûn lê tiştên ku ji wan ji mera ma ne giran biha ne, divê em li vî mîrateyê xwedî derkevin…
Tu xwe wekî dengbêjek bi nav nakî lê kilaman çêdikî sedema wê çî ye?
Sedema çêkirina min ya kilama ev e ku dengbêjên îro hilberîn nakin. Erê dengên wan xweş e, derfetên wan zêdene ji dengbêjên berê, lê kilamên nû çênakin. Hema kilamên hazir dixweyînin û mixabin carna jî navaroka wan xera dikin. Jiber wî min vê karî wekî barek li ser milê xwe dît. Min got divê ez qe nebe ji bo dengbêjên me yên îro dengê xwe bikin nav bîra demê dest bi nivisandina kilaman kirim. Yanê tiştek li ser min an jî li ser civakê tesîr bike divê ez binivîsim ji bo ku dengbêjên ciwan bila lê binêrin û bêjin ‘haa ev tişt mumkûn e, ez jî çêkim’
Kilamên xwe bi kê/kî didî xwendin?
Belê mixabin dengê min xweş nîne. Lê di nivîs û çêkirina kilama da ez gîhaştim astekê. Ez bawerim dengê min jî yê rojek pir xweş be. Ez her di vî bawerîya da me. Henek nakim rast dibêjim bi salane her di dilê minda heye ez dizanim ku rojek yê dengê min pir baş û xweş be. Lê kengî yê çêbe ewî jî her xwedê dizane. Lê mesela muhîm ew e ku dengbêjên îro kilam çênakin. Bi vî dengê xwe yê tune ez awqas dixebitim, dengbêjên meyê deng xweş jî awqas xîret bikin tu baş bizane ku ev çanda yê qasî ku emir kirîye yê sê awqas hê bijî. Bi vî rengê jî ev çanda qedîm wê her mayînde bimîne.
Dema ku tu kilaman çêdikî piranî giraniya kîjan dengbêj li ser milê xwe hîs dikî? An ji kê îlham digirî?
Ez wê firqê nikarim bêxim navbera dengbêjan. Ji bo min hemû yek in. Cihê Miradê Kinê cûda ye, ê Arifê Cizrewî cûda ye. Herwiha Seîd Axayê Cizirî bi awayek dinê ye, Mehmûd Hesen Kilorî ji Colemergê cûda ye. Dengbê Reso yê Gopala, Xarapetê Xaço û Aram Dîkran cûda ye. Her yekî tehmek dayê guhê min. Ji Kafkasyê heta ku rojava, yê başûr, yê bakur, yê rojhilat û heta gund bi gund Anatolîya Navîn hema bêje ji sedî nodûpênc ji dengbêjan haydar im. Ê çûne ser dilovaniya xwe, ê ku sax in û ê kû veşartî ne. Tesîr a temamî li ser min heye. Ji xwe armanca min ev e ku bila hemî werin nasîn û em wan ji bîr nekin.
Lê helbet tu bêhtir ji kîjan dengbêjî hiz dikî yan jî dengbêjên kîjan heremê zêde gohdar dikî?
Ez kesekî serhedî me, cara ewil bi dengê dengbêjên serhedê ra hevnas bûm. Feqet dengbêjê her heremî gohdar dikim. ji her yekî jî tehm û kêfek bêhempa distînim. Lê weke min got dîsa dubare bikim ez tu firqê naxim nav dengbêjan yan jî ekolên dengbêjîyê di warê hizkirinê da ji hev cûda nagrim. Hemû jî ji bo min ji hev hêjatir in. Lê ez bi xêra delalek Nisêbînê bûm hizker û heyranê Miradê Kinê û dengbêjên dorhêla Nisêbînê yê bi ribabê muzîka Kurdî çêdikin. Ji bo vê jî cîhê Miradê Kinê û dengbêjên Nisêbînê pêştir e ji bo min.
Wekî lêkolînerek li ser çanda dengbêjiyê ji bo dengbêjên nûjen tu dixwazî çi bêjî?
Dengbêjên îro divê kilamên nû derxin. Bila nebêjin çawa be jî nivîs heye. Her tişt dikeve qeyda jiyanê. Tiştê ku di hafizaya edebîyata devkî were çêkirin ew ji her tiştî hêjatir e. Lê dengbêjên niha kilamên nû nanivîsin û her kilamên dengbêjên berê dixwînin. Û serda jî ev kilaman tahrîf dikin. Ev balam kişand û ez jî wek lêkolînerek vê xebatê, min dest bi nivîskariya kilaman kir. Yanê bûyerên ku bandora wî li ser civaka me çêdibe ez ji bo neyên bîr kirin li ser wan kilaman çêdikim. Û belav dikim bo dengbêja. Ev jî ji van kilama yek e. Yanî, mînak belku bi hezaran nûçe li ser vê erdheja Elezîzê derketin lê belku hemû qasî stranekê bandorê nake…
Ew nûçeyên ku hatin çêkirin ji bo demek kurt hatin çêkirin û werin ji bîrkirin. Lê ev kilama min çêkir nûçeyek ji bo sedan salê pêşî ne û heta dinya û Kurd hebin,muzîk hebe dengbêj û dengbêjî hebe ev nayê ji bîrkirin…
****
Piştî pirs û bersivan, emê niha li ser kilama Akinci a ku li ser erdheja Xarpêtê (24.01.2020) çêkirîye biaxivin…
Te kengî biryar da ku tu ev kilamê binivîsi?
Şeva erdhej çêbû ez ew şev ji xwe kilamek li ser evînê çêdikir. Dema ez hay li erdhejê bûm gelek êşdar bûm û min xwest li ser vê bûyerê jî kilamek çêkim. Lê min got heger çîrokeke balkêş hebe ez li ser wê bisekinim ku bila ev bûyer mayînde bimîne. Lewra serdema ku em têde dijîn herkes dikare xwe bigihîne her zanînê bo wê jî piraniya tiştên civakî zûtir tên jibîrkirin. Yanê şeş meh an salek şûnde tu ji yekê bipirsî ‘Erdheja Elezîzê kengî qewîm î?’ tu kes nikare bibersivîne. Jiber ku enformasyon ew qas zêde ye û zû belav dibe, xema însana da nîn e. Bandor û tesîrên ev bûyeran zû tê şikestin û însan jibîr dikin. Min go ez bi rêya kilamek dengbêjî di hafiza civakê de bihêlim.
Kilama te ya ku ji ber Erdhêja Elezîzê çêkir bi taybetî behsa çi çîrokê dike?
Ez nûçeyên ku li ser erdhejê temaşe dikirim. Paşiye mîn dît ku di nav qurbaniyan de dayikek he ye. Û ev dayik 6 mehî hemîle ye. Tevî kurê xwe yê 12 salî jiyana xwe ji dest dane. Min got ez teqez li ser vê bisekinim û vê çîrokê têxim kilam. Ji gundê Gezîn a girêdayê Madenê ye. Navê dayikê Pinar bû. Ez giheştim gundiyekê wê. Min derheqê Pinar Xanim û çîroka wî agahîyan girt û paşiyê li ser vê xanimê bi navê ‘Dayê Rebenê’ min kilamek dengbêjî çêkir. Meqam anî muzîka kilamê jî min lê kir û paşê ji bo bixweyîne min da dengbêjê xwe.
Qasî ku ez te nasdikim tu kilamên dengbêjî çêdikî û bi dengbêjek didî xwendin, kilama ‘Dayê Rebenê’ wê kî bilêv ke?
Bi esasî dengbêjê min ê ku ev stranê cara ewil bilêv kir Serwet Dilgeş e . Ew jî dengbêj û hunermendekî hêja ye. Ji Serhedê ye. Min jê re behsa kilamê kir û ewî jî got ‘ser seran û ser çavan’ û bilêvkir. Taybetiyêk vê stranê jî eve ku di erdhêjê de Pinar Xanim hê ne çû ye dilovanî ya xwe jê mêre xwe re dibê je ‘Heger ez mirim min li kêleka bavê’m de defin bikin.’ Em fehm dikin ku bavê wê rehmet kiriye. Li ser vê yekê min di kilamê de diyalogek di nav Pinar û dayika wê de nivîsî. Ev diyalog bêriya erdhejê destpê dike. Û Pinar ji dayika xwe re dibêje ‘’Dayê rebenê îro ji esir da tirsek ketiye dilê min. Qidûm li çokê min şikestîne destê min li min nagere. Dengê bavê’m ji gûhê min dernayê…’’
Di vê kilamê de keda çend kesan heye û ev kî ne?
Gotin û muzîka kilamê aidê min e. Aranja kilamê jî muzîkjenekî me yê ji Rojhilatê (Îran) Seyed Tajedin Hosseini çêkir. Gelek kedek mezin da bo vê xebatê. Û ji xwe stranê jî Servet Dilgeş xwend. Kilam hazir e. Ev kilam yê bi dengê dengbêja ji nivşên nû ra mayînde bimîne. Ewê hafizayan da her cindî bimîne. Armanca min ya ewilîn ev e. Dema ku mirovek goh da vê stranê ew e bîne bîra xwe. Em bêjin sed sal şûnda be jî vê bêje ‘’ 100 sal berê bûyerek wisa qewimî ye. Ev stran jî behsa vê yekê dike.
Piştî ku te ev kilam çêkir tu bi malbata Pinar Xanimê re ketî têkiliyê?
Belê! Esas min dixwest di destpêkê de hê min kilam nenivîsî bû ez pêwendî bi malbata dayîka Pinar ra daynim. Lê mixabin di vê rewşa zor de min kir nekir dilê min qanî nebû ji bo pêwendîyê. Lewra êşa wan gellek teze bû… Lê piştî min kilamê çêkir xilaskir ez bi zilamê dayîka Pinar ra ketim têkilîyê. Min serxweşî da mêrê dayîka Pinar. Mixabin hê jî di nexweşxaneyê de di bin tedawîyê de bû. Min jêra rewşê û çêkirina kilamê îzah kir. Ji xwe ji ber birînên xwe dengê wê gellek xweş nedihat dibe ku min baş fêhm jî nekiri be jî. Hêvîdarim ku astengîyek mayînde di laşê wî de nemîne. Lê piştî wextek bi taybet ez dixwazim herim serdana malbata Pinar xanimê. Çîrokek gellek gellek bi êş e. Xwedê sebir bide wan… Mixabin rasteqînîya jîyanê ev e. Hêvîdarim ku bobelatên awha du car nebin…
Hevpeyvîn-Nûçe: Mehmet Tekol
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com