“Black Adam” li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn
Fîlmê “Black Adam” di 21ê Cotmehê de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û di dawîya hefteyê de ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn. Daneyên vîzyonê yên nû hatin eşkere kirin ku fîlmê Jaume Collet-Serra yê “Black Adam” di dawîya hefteyê de li sînemayên DYAyê ji nû ve bi ser ket û gihîşt li 27,7 milyon dolarî. Fîlm, li cîhanê bi tevahî 250 milyon dolar qezenc kir.
Di dawîya hefteyê de li Amerîkayê fîlmê “Ticket to Paradise” bi 10 milyon dolarî bû duyemîn û “Prey for the Devil” jî bi 7,02 milyon dolarî bû sêyemîn.
Box Office ABD – Top 5 a Dawîya Hefteyê (28-30ê Cotmehê, 2022)
1- Black Adam | 27,7 milyon dolar
2- Ticket to Paradise | 10 milyon dolar
3- Prey for the Devil | 7,02 milyon dolar
4- Smile | 5,05 milyon dolar
5- Halloween Ends | 3,83 milyon dolar
Çavkanî: Sinefesto
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com