“Black Panther: Wakanda Forever” ji nû ve bi ser ket

Daneyên dawîya hefteyê yên gîşeya Amerîkayê diyar bûn ku fîlmê derhêner Ryan Cooglerî yê “Black Panther: Wakanda Forever” di navbera dîrokên 18-20ê Mijdarê de li Amerîkayê ji nû ve bû yekemîn û li vîzyonê ji zêdetirî 180 milyon dolar qezenc kir. Fîlm, li seranserê cîhanê 546,3 milyon dolar bi dest xist û di sê hefteyan de li vîzyonê li ser hev serdikeve.

Di dawîya hefteya nû ya Mijdarê de li sînemayên DYAyê fîlmê “The Menu” bû duyemîn û rêzefîlmê “The Chosen” jî bû sêyemîn.

Box Office DYA – Top 5 a Dawîya Hefteyê (18-20ê Mijdarê, 2022)

1- Black Panther: Wakanda Forever | 67,3 milyon dolar

2- The Menu | 9 milyon dolar

3- The Chosen (Sezona sêyem, beşên yekem û duyem) | 8,22 milyon dolar

4- Black Adam | 4,48 milyon dolar

5- Ticket to Paradise | 3,2 milyon dolar

Çavkanî: Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir