“Bones And All” dê li Festîvala Fîlman a Venedîkê bê nîşandayîn

“Bones And All” ji aliyê Timothée Chalamet û Taylor Russell ve ji romana Camille DeAngelisê ji bo hunera sînemayê hate kêşandin. Ji fîlmê sewyana (afîş) yekem hate weşandin ku dê di çarçoveya bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de bê nîşandayîn.

Senaryoyê fîlmê David Kajganich û Camille DeAngelis bi hev re nivîsîne û tê de lîstikvanên Timothée Chalamet, Taylor Russell û Michael Stuhlbarg weke serlîstikvan lîstine. Fîlmê “Bones And All” qala çîroka evîna Maren û Leeyî dike û rewşa civakê nîşan dide.

Fîlmê “Bones And All” promîyera xwe ya cîhanê dê li 79emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê bike û wê di meha Mijdarê de bikeve vîzyonê. “Bones And All” li Îtalyayê dê ji aliyê Vision Distributionê ve û li cîhanê jî dê ji aliyê MGMyê ve bê belavkirin.

Çavkanî: Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: