“Bones And All” mohra xwe li Festîvala Fîlman a Venedîkê xist
Fîlmê derhêner Luca Guadagnino yê “Bones And All” di êvara 2yê Gelawêjê de promîyera xwe ya cîhanê li 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê kir û mohra xwe li bernameya festîvalê xist.
Du fîlmên din ên (A Bigger Splash, Suspiria) Guadagnino jî di beşa pêşbazîyê ya Festîvala Fîlman a Venedîkê de hatibûn nîşandan. Fîlmê “Bones And All” li festîvalê eleqeyeke mezin dît û piştî nîşandana fîlmê hemû salon rabû ser piyan û 9 deqîqe ji bo fîlmê li çepikan xistin.
Senaryoyê fîlmê David Kajganich nivîsîye û tê de lîstikvanên Timothée Chalamet, Taylor Russell û Michael Stuhlbarg weke serlîstikvan cih girtine. “Bones and All” ji romana Camille DeAngelisê ya bi navê ‘Bones & All’ ji bo sînemayê hate kişandin ku çîroka evîna Maren û Leeyî tîne li ber perdeya sînemayê û rewşa civakî nîşan dide. Ji fîlmê fragmaneke nû li ser Youtubeê hate weşandin.
Fîlmê “Bones and All” wê di 23yê meha Mijdarê de bikeve vîzyonê, dê li Îtalyayê ji aliyê pargîdanîya Vision Distribution ve û di plaforma Navneteweyî de jî ji aliyê pargîdanîya MGMyê (li Navneteweyî) ve bêne belavkirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com