Bong Joon Ho dest bi fîlmê “Mickey7” kir

Derhênerê navdar û xelatgirê Xelatên Oscarê Bong Joon Ho, dest bi kêşana fîlmê xwe yê “Mickey7”ê kir ku tê de lîstikvanên wekî; Robert Pattinson, Naomi Ackie, Toni Collette û Mark Ruffalo jî dilîzin.

Fîlmê nû “Mickey7” li Îngilistanê ji aliyê pargîdanîya fîlman a Warner Bros ve tê kişandin û ji romana Edward Ashtonî ji bo sînemayê hatiye lê anîn. Mickey7, di fîlmê de dikeve li pey balafira bêmirovê ku ji bo kolonîzekirina cîhana qeşayê hatiye rêkirin.

Dîroka vîzyonê ya “Mickey7”ê hêj ne diyar e ku di navbera çêkerên fîlmê de Bong Joon Ho û ji pargîdanîya Plan Byê; Dede Gardner, Jeremy Kleiner, Kate Street û ji pargîdanîya Picturesê Dooho Choi cih digirin.

Çavkanî: World of Reel

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: