Cahiers du Cinéma jî “Fîlmên Herî Serketî yên Salê” hilbijart

Kovara sînemayê ya fransiz Cahiers du Cinéma ji sala 1951ê bir vir de weşana xwe didomîne û her sala lîsteyên fîlman ên herî serketî yên salê parve dike. Wekî gelek kovar, rojname û malperên cîhanê kovara Cahiers du Cinéma jî “Fîlmên Herî Serketî yên Salê” hilbijart û weşand. Fîlmê Albert Serra yê “Pacifiction” di lîsteya kovarê de bû yekemîn ku promîyera xwe li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kiribû.

“Pacifiction” li ser jiyan û serpêhatîya nivîskarekî Polînezyaya Fransayê disekine û senaryoya fîlmê jî derhêner Albert Serra bi xwe nivîsîye.

Fîlmê Paul Thomas Andersonî yê “Licorice Pizza” di rêza duyemîn a lîsteya fîlmên herî serketî ya kovara Cahiers du Cinémayê de cihê xwe girt ku di beşên ‘Fîlmê Herî Serketî’, ‘Senaryoya Resen a Herî Serketî’ û ‘Derhênerê Herî Serketî’ de ji bo 94emîn Xelatên Akademîyê weke berendam hatibû nîşandan û ji BAFTAyê Xelata ‘Senaryoya Herî Serketî’ girtibû. Fîlmên ‘Nope’ û ‘EO’ jî di lîsteya fîlman de cih girtin.

Li gorî kovara Cahiers du Cinémayê ’10 Fîlmên Herî Serketî yên Salê’:

1) Pacifiction (Albert Serra)

2) Licorice Pizza (Paul Thomas Anderson)

3) Nope (Jordan Peele)

4) EO (Jerzy Skolimowski)

5) Wheel of Fortune and Fantasy (Ryusuke Hamaguchi)

6) Bowling Saturne (Patricia Mazuy)

7) Apollo 10 1/2 (Richard Linklater)

8) Introduction (Hong Sang-soo)

9) Nobody’s Hero (Alain Guiraudie)

10) Qui A Part Nous (Jonas Trueba)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir