Çar kurtefîlmên Serhat Karaaslanî li ser BluTVyê hatin weşandin

Derhênerê kurd Serhat Karaaslan bi gelek kurtefîlmên xwe yên bi Kurdî ve tê naskirin ku di sala 2018ê de bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Görülmüştür” (Passed By Censor) re derket li pêşberî temeşavenan û ji gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin.

Çar kurtefîlmên Serhat Karaaslanî yên “Bisqilet” (2014), “Dondurma” (Ice Cream, 2011), “Mûsa” (2012), “Suçlular” (The Criminals, 2020) li platforma dîjîtal a BluTvyê ji bo temaşevanên sînemayê di weşanê de ne.

Serhat Karaaslan kî ye?

Serhat Karaaslan li Gimgima Mûşê hate dinê Ji Peymangeha Dermangerî ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû û li Zanîngeha Kadîr Hasê di beşa Derhênerîya Fîlm û Dramayê de lîsansa bilind xilas kir. Kurtefîlmên wî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên wekî Toronto, Locarno, Selanîk, Montpeiller, Saraybosna, Stenbol, Enqere û Porteqala Zêrîn hatin nîşandayîn û ji zêdetirî 50 xelat girtin. Yekem projeya metrajdirêj ê Karaaslanî yê “Görülmüştür” ji bo Cinefondation Residenceyê ya Festîvala Fîlman a Cannesê, Talent Project Marketê Festîvala Fîlman a Berlînê û Talent Campusê hate hilbijartin.*

Kurtefîlmên wî yên din: “Beş Lîra” (2009), “Araf” (2009), “Xwîn” (2010).

Senaryoyên wî: “Werger” (2010), “Dondurma” (2011), “Sîdar” (2011, Metrajdirêj).

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir