Nivîs: Rûmet Med
Makîneyên wêneyan ên bifîlm “Zenit”, li YKSS’ê (Yekîtiya Sovyetan) ango li dewletên Karker û Rencberan hatine çêkirin ku demeke dirêj e di hemû erdnîgariya cîhanê de ji bo kişandina wêneyan, makîneyên ku herî zêde tê bikaranîn bûn. Ev makîneyên wêneyan ên Zenitê, ji aliyê Kedkarên Sovyetê ve hatin hilberandin û bikaranîn. Zenit, li seranserê cîhanê wêneyên herî xweş û bikalîte girtin û hêj jî wêneyên bêhempa bi vê makîneyên wêneyan têne kişandin.
Ligel makîneyên wêneyan ên “Zenit”, markeya “Zorki” (salên 1940 û 50’an) û gelek markayên din ên Soyvetan, di salên 1960, 70 û 80’an de weke reş-spî û rengîn hatibûn afirandin û ji hemû welatên cîhanê re hatine hinarekirin (Îxraç) û bi vî awayî berbelav bûne. “Zenitan”; sivik, pihêt û di heman demê de jî buhayê wan erzan bûn, ji ber vê yekê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine bikaranîn. Hin modelên van makîneyan; “Zenit E”, “Zenit122 “, “Zenit 12xp”, “Zenit TTL”, “Zenit EM”, “Zenit ET”, “Zenit 11” in.
Îroyîn jî li ser cîhanê gelek meraqdar û bikarînerên van makîneyên wêneyan hene.. Pêşveçûnên ku di warên teknolojî û zanîstî de, bandorê li hemû tiştî kir û di salên dawî de, makîneyên wêneyan ku cûr be cûr û ful bixwe (otomatîk) hatin çêkirin û hilberandinên wan bi awayekî bi lez û bêrawest didome.
Bêguman van pêşveçûnên dawî, bandorên mezin û xweş li kesên ku wênekêşî dikin û bi meraqdarên weêneyan dike û hînbûna gelek tiştan hêsantir dibe. Bi saya telefonên berîkê û tabletan ve jî kişandina wêneyan zêdetir dibe û vê yekê ji bo wênekêşan gelek hêsanî û derfetên mezin tîne. Lê belê roja îroyîn piraniya mirovan ji van makîneyên wêneyan ên nû dûr in û ji ber buhayên wan jî bikaranînên wan gelek zêde nînin.
Bi giştî berbelavbûna amûrên wêne kişandinê (bi saya telefonên berîkê, tablet hwd.) ji bo wênekêşîyê him bandorên erênî him jî bandorên neyînî dike. Îroyîn bikaranîna poz û fîlmên makîneyan hêdî hêdî kêmtir dibe û kêm peyda dibin ku cihê xwe didin makîneyên wêneyan û telefonên bicamera yên nû. Lê belê makineyên wêneyan ên berê ti carî winda nabin û dê her tim bimînin..
Wêneyan, demên ku em tê de dijîn didin sekinandin û dibin bîrewerên me yên zîndewer.. Wan mîna neynikeke bêmij û wekî çavên zelal dibînin, ji ruhê çax û demê didin der û dibin hişê dem û demsalan. Wêneyên ku berê hatine kişandin, bi rastî jî di wan de ruheke xweş û jidil hebûn. Mirov, bêrîya reng û ruhê wêneyên berê dike û ew rojên berê tên ber çavên mirov…
(01.11.2018)
*Ev nivîs cara yekem di 11’ê Mijdara 2018’ê de li blog malpera rumetmed.blogspot.com’ê hatibû weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...