Çêkera fîlman Julia Reichert jiyana xwe ji dest da

Çêkera fîlman û derhêner Julia Reichert ji ber nexweşîya kansêrê di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Julia Reichert ligel Steven Bognarê derhênerîya belgefîlma “American Factory” (2019) kiribû û Xelata Oscarê girtibû.

Julia Reichert aktîvîsta mafên jinan û çîna karkeran bû û bandoreke mezin li beşa belgefîlman kir. Yek ji çêkerên pêşeng ên tevgera fîlmên serbixwe yên DYAyê Reichert ji sala 1971ê bi vir de çêkerîya gelek belgefîlman kir ku belgefîlmên wê bi giştî li ser mijarên zayendî, nijadî û çînî disekinin û çar caran ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hatin nîşandayîn.

Ji bo kurtejînenîgarîya Julia Reichertê: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: