“Çerx” bû yek ji nîv fînalîstên BIAFFê
Kurtefîlmê “Çerx” ku ji aliyê derhênerê kurd Metîn Ewr ve hatiye nivîsîn û kişandin, bû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê). Festîval, di dîroka 19ê mehê destpê kir û dê 6 rojan bidome.
“Çerx” herî dawî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû hilbijartin.
Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx”, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike. “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 60 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan 20 xelat girtine.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com