“Çerx” ji Festîvala Fîlman a Mezopotamya û Golden Wheat Awardsê xelat girtin

Kurtefîlmê “Çerx” ji du bernameyên fîlman xelat girtin. “Çerx”, ji bo bernameya 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hate hilbijartin û ji her du bernameyan xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtine.

Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê û Golden Wheat Awards jî di navbera dîrokên 8-15ê Îlonê de li dar dikevin.

Fîlmê “Çerx” ku ji aliyê derhênerê kurd Metîn Ewr ve hatiye nivîsîn û kişandin, bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê). Festîval, di dîroka 19ê mehê destpê kir û dê 6 rojan bidome.

“Çerx” herî dawî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû hilbijartin.

Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx”, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike. “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine.

Ji bo agahî:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: