“Çerx” li Arjantînê ‘Xelata Mansiyonê ya Kurtefîlmê Herî Serketî’ girt
Rêwîtiya festîvalan ya kurtefîlmê “Çerx”ê di sala 2023yê de jî berdewam dike. Kurtefîlmê derhênerê kurd Metîn Ewrî li bernameya 4emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Australê (Festival Internacional de Cine Austral, Parêzgeha Córdobayê ya Arjantînê) Xelata “Mansiyonê ya Kurtefîlmê Herî Serketî” girt.
“Çerx” herî dawî ji 14emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Napolî (Festival del Cinema dei Diritti Umani Napoli) “Xelata Balyozxaneya Swîsreyê” girt û hatibû ragihandin ku dê di navbera dîrokên 15-29ê meha Berfanbara 2023yê de li bernameya 21emîn Festîvala Fîlmên Gundê ya Navneteweyî ya Aporiayê (Koreya Başûr) weke nîv-fînalîst bê nîşandan. Kurtefîlmê bi Kurdî ji aliyê derhêner Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kêşandin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Li ser Instagrama fîlmê ragihandin ku “Çerx” dê di 22yê mehê de li 6emîn Xelatên Venûs Communityê (Stenbol) bê nîşandan.
Kurtefîlmê “Çerx” qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salên 90an dike ku heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji bernameyên van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin.
Kurtefîlm, li bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû nîşandayîn ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû û li berhevoka fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tuzlayê derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê û bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê) û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antaqyayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com