“Çerx” li Îtalyayê “Xelata Balyozxaneya Swîsreyê” girt

Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê derhênerê kurd Metîn Ewrî yê “Çerx”ê didome. “Çerx” di çarçoveya 14emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Napolî (Festival del Cinema dei Diritti Umani Napoli) de hate nîşandayîn û “Xelata Balyozxaneya Swîsreyê” girt. Bernameya festîvalê bal dikişîne li ser mafên mirovan û îsal di rojên 16-26ê Mijdarê de hate lidarxistin.

Hatibû ragihandin ku kurtefîlmê “Çerx” dê di dîrokên 1-5ê meha Rêbendana sala 2023yê de li beşa pêşbirka Festîvala Fîlman a Folkloreyê ya Navneteweyî, li Keralaya Hindîstanê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx” ji aliyê Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kişandin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome. “Çerx” li berhevoka fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tuzlayê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).

Kurtefîlmê “Çerx” qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salên 90an dike ku heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji bernameyên van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin. “Çerx” di beşa Pêşbazî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antaqyayê de bûye yek ji kurtefîlmên fînalîst.

Kurtefîlm, li bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû nîşandayîn ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: