“Çerx” li Kenedayê xelata taybet girt

Kurtefîlmê derhênerê kurd Metîn Ewrî yê “Çerx” ji 2yemîn Festîvala Fîlman a ASSKê xelata taybet a “Zhina”yê girt. Festîvala Fîlman a ASSKê (AFF) ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Kopengahê û Komeleya Xwendekarên Mezûn ên Îranê yên Zanîngeha Concordiayê ve li Montreala Kenedayê tê lidarxistin ku îsal di navbera rojên 1-2yê mehê de li dar ket. Li bernameya ASSKê îsal gelek fîlmên bi Kurdî jî têde ji hin welatên cîhanê 40 fîlm hatin nîşandayîn.

Li ser hesabê Instagramê yê “Çerx”ê ragihandin ku kurtefîlmê bi Kurdî, ji bo beşên berhevokên fermî yên Festîvala Angaelicayê, Festîvala Kurtefîlman a Keralayê û Festival De Cine Colectivoyê (Meksîka) hate hilbijartin.

Kurtefîlm, herî dawî ji 14emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Napolî (Festival del Cinema dei Diritti Umani Napoli) “Xelata Balyozxaneya Swîsreyê” girt, li 6emîn Xelatên Venûs Communityê (Stenbol) hate nîşandayîn û hatibû ragihandin ku dê di navbera dîrokên 15-29ê meha Berfanbara 2023yê de li bernameya 21emîn Festîvala Fîlmên Gundê ya Navneteweyî ya Aporiayê (Koreya Başûr) weke nîv-fînalîst bê nîşandan. “Çerx” ji aliyê derhêner Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kêşandin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Kurtefîlmê “Çerx” qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salên 90an dike ku heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji bernameyên van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin. Fîlm, li bernameya 4emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Australê (Festival Internacional de Cine Austral, Parêzgeha Córdobayê ya Arjantînê) Xelata “Mansiyonê ya Kurtefîlmê Herî Serketî” û ji Festîvalên Fîlman ên Close û The Gladiatorê xelatên ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girtibû.

Kurtefîlm, li bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû nîşandayîn ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû û li berhevoka fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tuzlayê derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê û bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê) û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antaqyayê. “Çerx” heta niha beşdarî li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî bû û rêwîtiya xwe ya festîvalan didomîne.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir