“Çerx” wê li Bosna Hersekê bê nîşandayîn
Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx”ê heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û pêvajoya festîvalan ya fîlmê didome. “Çerx” ji bo berhevoka fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tuzlayê hate hilbijartin û dê navbera di 21-25ê Cotmehê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Li bajarê Tuzlayê îsal cara 24emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî (22-24ê Cotmehê) jî tê li darxistin. “Çerx” ji aliyê derhênerê kurd Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kişandin ku bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).
Kurtefîlmê “Çerx” qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salên 90an dike ku heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji bernameyên van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin. “Çerx” di beşa Pêşbazî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antaqyayê de bûye yek ji kurtefîlmên fînalîst.
Kurtefîlm, herî dawî ji bo 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû hilbijartin ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com