Çîroka dewra derbasbûyînê ya ji fîlmên bêdeng ber bi fîlmên bideng ve: “Babylon”

Ji fîlmê derhênerê navdar û xelatgir ê sînemayê Damien Chazelle yê bi navê “Babylon” (Babîl) fragmanên ewil hatin weşandin. Margot Robbie û Brad Pitt di fîlmê de weke serlîstikvan lîstine.

Senaryoya fîlmê jî Damien Chazelle bi xwe nivîsîye û hate ragihandin ku wê di dîroka 25ê Berfanbara 2022yê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê.

Fîlmê “Babylon” ji karakterên dîrokî û pevxistî pêk were ku çîroka dewra derbasbûyînê ya ji fîlmên bêdeng ber bi fîlmên bideng ve tîne li ber perdeya sînemayê. Fîlm, li Hollywoodê derbas dibe û tê de lîstikvanên wekî; Tobey Maguire, Katherine Waterston, Olivia Wilde, Samara Weaving, Spike Jonze, Jeff Garlin, Eric Roberts jî cih digirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir