Çîroka jiyana Michael Jacksonî dibe fîlm

Jiyana stranbêj û bestekarê navdar Michael Jacksonî bi derhênerîya Antoine Fuquayî dibe fîlm. Kêşana fîlmê “Michael” dê di nava sala 2023yê de bê kişandin û senaryoya fîlmê John Logan nivîsîye.

Michael Jackson li seranserê cîhanê bi stranên xwe û bi şêweya xwe ya resen tê naskirin û ji bo wî dibêjin “Qralê Popê”. Muzîkvanê navdar û xelatgirê Grammyê Jackson di 25ê Pûşbera 2009ê de jiyana xwe ji dest dabû.

Hate ragihandin ku çîroka jiyana stranbêjê navdar ê cîhanê Michael Jacksonî dê weke fîlm bê kêşandin û fîlm wê ji aliyê pargîdanîya Lionsgateyê bê belavkirin.

Derhênerê projeya fîlmê “Michael”ê Antoine Fuqua li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “Training Day” (2001), “The Magnificent Seven” (2016), “The Guilty” (2021) û “Emancipation” (2022) ve tê naskirin.

Variety.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: