Çîroka reva Yilmaz Guneyî ya ji girtîgehê dibe fîlmê sînemayê
Ugly King Production ragihand ku reva lîstikvan, derhêner û senarîstê navdar ê kurd Yilmaz Guney a ji girtîgehê dibe fîlmê sînemayê. Fîlm dê bi derhênerîya Cîhan Înan re û ji pênûsên Edi û Bruno Hubschmidî bê kêşandin.
Fîlmê sînemayê dê li ser nameya Yilmaz Guneyî ya bi Edi Hubschmid re şandibû, pêvajoya kêşana fîlmê “Yol/Rê”, çîroka reva Guneyî ya ji girtîgehê ber bi girava Rodosê, Swîsre û Frensayê bisekine.* Sînemager, piştî ku 5 salan di girtîgehê de ma, di sala 1981ê de bi destûr ji girtîgeha Ispartayê derket û çû Ewropayê. Derhênerê hoste Yilmaz Guney di 9ê Îlona 1984ê de li Parîsa Frensayê jiyana xwe ji dest da.
Çêkerîya fîlmê Kazım Çarman dike û hate eşkerekirin ku dê di demeke nêz de dest bi hilbijartina lîstikvanan bikin. Çêkerê fîlman ê Swîsreyê Edi Hubschmid li ser çîroka reva Yilmaz Guneyî ya ji girtîgehê pirtûkeke bi navê “Yol – Riya Welatê Xerîbiyê” (2017) amade kiribû.
“Yol – Riya Welatê Xerîbiyê”
Pirtûka “Yol – Riya Welatê Xerîbiyê” ji aliyê çêkerê fîlman ê Swîsreyê Edi Hubschmid ve hatiye amadekirin ku li ser serpêhatiya hevkariya Cactus Filma Zurîhê bi lîstikvanê sînemayê, derhêner, nivîskar û rewşenbîrê marksîst ê kurd Yilmaz Guneyî re ye. Di salên 1980yî de encama vê hevkariyê de du fîlmên derhênerê nemir Yilmaz Guneyî ji pargîdaniya Cactus Filma Zurîhê hatin çêkirin. Xebata “Yol – Der Weg Ins Exil” di sala 2017ê de bi elmanî hatibû nivîsîn û pirtûk, pişt re bi navê “Yol – Riya Welatê Xerîbiyê” ji bo kurdî, bi navê “Yol – Bir Sürgün Hikayesi” ji bo tirkî û bi navê “Yol – The Road to Exile” ji bo inglîzî hate wergerandin û ji aliyê Weşanên Publishing Partners ve hate weşandin. Wergerê pirtûkê yên bi kurdî û bi tirkî, lîstikvanê sînemayê yê kurd Husên Duzen e. Ev pirtûka Edi Hubschmidî qala jiyan û xebatên Yilmaz Guneyî ku li salên sirgûnê dike û hevaltiya wî ya bi derhênerê kurd re nîşan dide. Fîlmê “Yol” (1981) yê derhêner Yilmaz Guneyî di sala 1982an de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Palmîyeya Zêrîn girtibû.*
Edi Hubschmid Ji Almanî Bi Wergera: Husên Duzen
Weşanxane: Publishing Partners. Rûpel: 224.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com