Çîrokeke li Şîlîyê: Fîlmê “1976”

Lîstikvan û derhêner Manuela Martell, li Şîlîyê heta niha di gelek kurtefîlman de lîstine û derhênerîya hin kurtefîlman kirine. Martell, bi metrajdirêja xwe ya yekem a bi navê “1976” derdikeve li pêşberî temeşavanên sînemayê. *

Fîlmê “1976” (2022) li Şîlîyê derbas dibe û çîroka Carmenê tîne li ber perdeya sînemayê. Lîstikvanên wekî; Aline Küppenheim, Alejandro Goic, Antonia Zegers,Nicolas Sepulveda, Hugo Medine jî di fîlmê de dilîzin. Senaryoya fîlmê Manuela Martell û Alejandra Moffat (Senarîsta anîmasyona “La casa lobo”) bi hev re nivîsandine.

Sala 1976ê, dema derbeya li Şîlîyê ye. Carmen, ber bi mala xwe ya li cem qeraxê ve diçe, kêşîşê malbatê bi dizî ciwanekî kiriye mêvan û rojekê reca jê dike ku wî ciwanî ji bo demekê li mala xwe bike mêvan. Piştî vê bûyerê Carmen, ji jiyana xwe ya hînbûyî ya bêdeng dûr dikeve û diçe li axên nedîtiye.

Derbeya leşkerî ya li Şîlîyê di sala 1973yê de qewimibû û 17 sal berdewam kiribû. Di encama derbeyê de rêveberîya serokê sosyalîst a Salvador Allendeyî ketibû û general Pinochet bi derbeyê hatibû ser desthilatdarîyê. Rêveberîya sosyalîst a Şîlîyê di heman demê de yekem hikûmeta sosyalîst a cîhanê ye ku bi hilbijartinê hatiye ser desthiladarîyê. Derbeya Şîlîyê di sinemaya Şîlîyê de têma û mijareke girîng e.

Fîlmê “1976” ji bo beşa Panzdeh Rojên Derhêneran a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hatibû hilbijartin. Di meha Gulanê de ji fîlmê fragmana yekem weşandibûn û di Gulanê de li Frensayê li sînemayan ket vîzyonê.

Çavkanî: Cinemaldito

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: