Çîrokên “Hezar û Yek Şev” dibe fîlm
Çîrokên “Hezar û Yek Şev” ji aliyê pargîdanîya fîlman a Walt Disney Picturesê ve weke fîlmê pevxistina zanistî tê amadekirin. “Hezar û Yek Şev” yek ji berhemên klasîkên edebî yên Rojhilata Navîn e û ji çîrokên şahbanûya şehrazadê ku ji mêrê xwe re qal kiriye pêk tê.
Projeya nû ya Disneyê ji aliyê senarîst û çêkerê fîlman Arash Amel ve tê nivîsîn û wî di heman demê de çêkerîya fîlmê dike. Arash Amel nivîskariya du projeyên “Rise” û “A Private War”‘ê jî kiribû. Derhênera/ê fîlmê hêj nehatiye eşkerekirin.
“Hezar û Yek Şev”ê bandor li huner, wêje, sînema, tîyatro û hwd. ên cîhanê kiriye û heta niha bi gelek zimanên cîhanê ve hatiye wergerandin.
Çavkanî: Deadline
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com