“C’mon C’mon”: Fîlmekî jidil ê li ser rêwîtîyê
“C’mon C’mon” behsa rêwîtîya bernamekarê radyoyê Johnny û xwarzê wî dike. Xwarzê wî ji ber karê malbata wî ji bo demekê li cem Johnny dimîne û her du ji Los Angelesê ber bi New Yorkê ve derdikevin rê. Ji ber vê rêwîtîyê çîrokeke hestyar û kûr a li ser pêwendîya rabirdû û dahatûyê de derdikeve holê.
Fîlm, ji aliyê derhênerê navdar û berendamê Oscarê Mike Mills ve hate nivîsîn û weke reş-spî hatiye kişandin. Derhênerîya dîmenê ya fîlmê “C’mon C’mon” Robbie Ryan kiriye ku bi fîlmên xwe yên wekî; The Favourite, American Honey, Marriage Story, Sorry We Missed You, Philomena ve tê naskirin. “C’mon C’mon” ji aliyê pargîdanîya A24 ve tê belavkirin.
Lîstikvanê navdar û xelatgirê Oscarê (bi fîlmê ‘Joker’) Joaquin Phoenix û Woody Norman di “C’mon C’mon” de weke serlîstikvan lîstine. Di navbera lîstikvanên fîlmê de navê wekî Gaby Hoffmann, Scoot McNairy, Mary Passerî jî hene.
Fîlm, li vîzyonê cara yekem di 21ê meha Îlona 2021ê de derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê û di sala 2022yê de li gelek welatên cîhanê ketibû vîzyonê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com