Belgefîlmê “Kanun Hukmu” dê li beşa pêşbazîyê ya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn cî bigire
60’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê biryar girtibû ku belgefîlmê Nejla Demîrcî yê bi navê “Kanun Hukmu” ji bernameya festîvalê derxe. Piştî vê biryarê gelek bertek hatin nîşandayîn, endamên jurîyê jî li dijî vê biryarê derketin û daxuyanîyeke nivîskî weşandibûn. Duhî gelek derhêner û çêkerên fîlman ragihandin ku “Eger belgefîlmê ‘Kanun Hukmu’ di bernameya festîvalê de cihê xwe negire em ê jî fîlmên xwe ji beşên pêşbazîyan vekişînin” Îro hate ragihandin ku belgefîlm dê di beşa pêşbazîyê de cî bigire.
Dîrektorê 60emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn derhêner û çêkerê fîlman Ahmet Boyacıoğlu li ser twitterê eşkere kir ku “Me biryar da ku belgefîlmê bigirin nava beşa pêşbaziyê.” Piştî biryara festîvalê, Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ji 60emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê vekişî. Li gorî nûçeya malpera Gazete Duvarê, sponsorên Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn jî biryar dane ku ji festîvalê vekişin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com