Denis Villeneuve dest bi kêşana fîlmê “Dune: Part Two” kir
Derhênerê navdar ê Kenedayî Denis Villeneuve dest bi kêşana fîlmê xwe yê nû kir û hate ragihandin, fîlmê wî yê “Dune : Part Two” dê di 17ê meha Mijdara sala 2023yê de bikeve vîzyonê.
Kêşanên pêş ên “Dune: Part Two” li bajarê Altivoleya Îtalyayê destpê kir û produksîyona fîlmê jî di 21ê Tîrmehê de li Budapeştaya Maceristanê destpê dike. Fîlm, li qada Brion Tombê tê kişandin ku ji aliyê Carlo Scarpa ve hatibû sêwirandin. “Dune: Part Two”, di 20ê Cotmeha 2023yê de ketiba vîzyonê, lê li gorî agahîya nû wê di 17ê Mijdara sala 2023yê de bikeve vîzyonê. Hate ragihandin ku lîstikvanên wekî; Lady Margot, Florence Pugh, Christopher Walken, Austin Butler û Léa Seydoux jî tevlî fîlmê bûne.
Fîlmê “Dune” (2021) ji romana pevxistina zanistî ya wêjekarê navdar Frank Herbetî îlhama xwe digire û tê de lîstikvanên wekî; Timothee Chalamet, Rebecca Ferguson, Zendaya, Josh Brolin, Javier Bardem, Florence Pugh, Austin Butlerû Christopher Walken jî cih digirin.
“Dune: Part Two” bi hevparîya pargîdanîyên Warner Bros. û Legendaryê tê kişandin ku fîlmê dewamê yê “Dune”yê (1984) ye. Fîlmê yekem, di 10 beşan de ji bo Xelatên Oscarê (Akademî) wekî Berendam hatibû nîşandayîn û li seranserê cîhanê 400 milyon dolar qezenc kir.
Derhênerê navdar Denis Villeneuve li cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî: “Arrival”, “Blade Runner: 2049”, “Sicario”, “Prisoners”, “Cosmos”, “Incendies”, “Enemy”, “Polytechnique”, “Cleopatra”, “August 32nd on Earth”, “Maelström”, “Dune” (2021) ve tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com