“Der Himmel über Berlin” bi jêrnivîsa Kurdî hate weşandin

Nivîskar û wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr, fîlmê derhênerê navdar ê Elmanyayî Wim Winders ê “Der Himmel über Berlin” (Wings Of Desire, 1987) bi navê ‘Baskên Arezûyê’ ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand û li ser kanala xwe ya Youtubeê weke jêrnivîs/binnivîs weşandiye.

Fîlmê “Baskên Arezûyê” li bajarê Berlînê derbas dibe, qala çîroka firrîşteyekî (melayket) dike ku dixwaze bibe mirov û ji ber vê yekê dikeve lêgerîna evînê. Fîlm, ji çavên Damiel û Cassielî dram û jiyanên cuda yên bajêr nîşan dide.

Senaryoya fîlmê derhêner Wim Wenders, Peter Handke û Richard Reitinger bi hev re nivîsîne û tê de Bruno Ganz, Solveig Dommartin, Otto Sander weke serlîstikvan lîstine.

Nivîskar û wergêr Brahîm Ronîzêr heta niha; fîlmên Krzysztof Kieślowskî yên “Sê Reng: Şîn” (1993) û “Sê Reng: Spî” (1994), fîlmên Ingmar Bergmanî yên“Tystnaden” (The Silence, 1963) û “Passion of Anna” (1969), fîlmê derhênerê Akira Kurosawa yê “Shizukanaru Kettō” (The Quiet Duel, 1949), fîlmê derhênerê Roberto Rossellînî yê “Roma Bajarê Vekirî” (1945), fîlmê Mîchelangelo Antonîonîyî yê “The Passenger” (1975), sê fîlmên Yasujirô Ozu yên “Banshun” (Bihara Derengmayî/Late Spring, 1949) “Tokyo Monogatarî” (Çîroka Tokyo/Tokyo Story, 1953) û “Ohayo” (Rojbaş/Good Morning, 1959), fîlmê François Truffautî yê “Jules et Jim” (1962), fîlmê Bernardo Bertoluccî yê “La commare secca” (The Grim Reaper, 1962) jî tê de ne, gelek fîlmên sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala Awirfilmê ya youtubeê weşandine. Di sala 2014ê de pirtûka wî ya bi navê “Korerê” (Weşanên Lîs) hatibû weşandin ku ji 19 çîrokên bi Kurdî pêk tê. Brahîm Ronîzêr, romanên; “Tîtirwask” (Yaşar Kemal, Weşanên Lîs), “Demsalek Li Hekarîyê” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes), “Di Keştîyekê De” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand, helbestên gelek helbestvanan werdigerîne û hin çîrokên wî ji bo Tirkî hatin wergerandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir