Derhêner Asghar Farhadî bû Serokê Jurîya Festîvala Fîlman a Zurîhê
18emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zurîhê îsal di navbera 22yê Îlonê û 2yê meha Cotmehê de li dar dikeve. Hate ragihandin ku derhênerê navdar ê Îranî û xelatgirê Xelatên Akademîyê (Oscar) Asghar Farhadî bû Serokê Jurîya beşa Metrajdirêj a festîvalê û çêkera fîlman a Swîsreyî Petra Volpe, çêkerê fîlman a Swêdî Piodor Gustafsson û çêkerê fîlman a Amerîkayî Daniel Dreifuss îsal bûne endamên jurîyê.
Li festîvalê, çêkera fîlman a DYAyî Christine Vachon di beşa Pêşbirka Nîvend de bû Seroka Jurîyê û çêkerê fîlman ê Swîsreyî Fred Baillif, derhêner û senarîsta Awistiryayî Katharina Mückstein, edîtora Îtalyayî Maria Fantastica Valmorî û rojnamegerê Swîsreyî Roger Schawinskî bûne endamên jurîyê. Derhênerê belgefîlman a Romanyayî Alexander Nanau îsal bûye Serokê Jurîya Pêşbirka Belgefîlman ku navên çêkerê fîlman ê Maqedonyayî Atanas Georgiev, çêker û derhênera Swîsreyî Joëlle Bertossa, çêker û derhênera Çekyayî Nina Numankadić û çêkerê fîlman ê Hindîstanî Sushmit Ghosh weke endamên jurîyê hatine eşkerekirin.
Li Festîvala Fîlman a Zurîhê ji bo fîlmên herî serketî Xelata Çavê Zêrîn didin û bo fîlmên hemû beşan jî xelatên pereyê 26.000 $ (25.000 CHF) jî têne dayîn. Fîlmên xelatgir wê di dîroka 1ê meha Cotmehê de li Avahîya Operayê ya Zurîhê bi merasîmek bêne eşkerekirin.
Çavkanî: Hollywoodreporter Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com