Derhêner Cafer Penahî hat girtin

Derhênerê îranî Cafer Penahî çû serdana hevalên xwe yên girtî û ew bi xwe jî hat girtin. Penahîn şandin Girtîgeha Evîn.

Sînemager Muhammed Resulof û Mustafa Al ahmed li hemberî êrîşa pli ser protestokaran daxuyanî belav kiribûn û li ser vê yekê ew hatibûn girtin. Ew di heman demê de hevalên Penahî. Cafer Penahî ji bo li rewşa wan bipirse çû cem dozgerî lê ew bi xwe hat girtin.

Berdevkê Wezîrê Edaletê yê Îranê Mesut Şetaşhi eşkere kir ku cezaya Penahî di sala 2010’an de hebû û ji bo vê cezayê dê 6 salan girtî bimîne. Piştî hilbijartinên 2009’an xelkê protesto kiribûn û wî jî piştgirî dabû wan. Li ser vê yekê di sala 2000’î de 6 sal cezayê hepsê lê birîbûn lê paşê ew ceza daxistibûn salek.

Berdevk Setaşhî diyar kiriye ku ji bo Cafer Penahi ceza birîne ku ew 20 salan nikare fîlm bi rê ve bibe, senaryo binivîse, rêwîtî bike û daxuyanî bide çapemeniyê.

Penahî di sala 1960’î de hatiye dinê. Bi fîlmên xwe li dinyayê navdar e. Wî li Festîvala Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn (Bi fîlmê Daîre, sala 2000’î), li Festîvala Berlînaleyê Xelata Hirça Zîvîn  (Bi fîlmê Taksî Tehran, sala 2015’an) girtibû. 

Di sala 2018’an de jî wî bi fîlmê “Sê Rû” li Cannesê xelata senaryoya serketî girtibû.

Çavkanî: Diyarname

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir