Derhêner Daryuş Mehrcuyî û jina wî hatin kuştin

Derhênerê navdar ê îranî Daryuş Mehrcuyî û jina wî Vehideh Mohammadifar li mal mirî hatin dîtin. Hat gotin ku kes an kesan bi kêrkirinê ew kuştine.

Bûyer li eyaleta Elburzê li mala wan qewimiye. Li gor gotinên Emniyetê Elburzê 14’ê mehê keçên wan agahî daye emniyetê û ew çûne cihê bûyerê. Midûrê emniyetê ragihandiye ku ji bo lêpirsînek tîmek taybet amade kirine.

Derhêner Mehrcuyî di sala 1939’an de li Tehranê hatiye dinê. Di ciwaniya xwe de li DYA’yê perwerdehî dîtiye. Çend salan li Fransayê jiya ye.

Wî bi fîlmê xwe “Gav” (The Cow / Çêlek) li qada navneteweyî deng vedaye. Wî di sala 1969’an de ev fîlm kişandiye û bi vê yekê wekî yek ji pêşengên sînemaya modern a Îranê hatiye bi nav kirin.

Wî bi dehan fîlm kişandine ku herî dawî di sala 2007’an de fîlmê bi navê “Santoori” kişandibû.

Jina wî Mohammadifar jî senarîst û dîzaynkara kincan bû.
Derhêner Behmen Qubadî ku ji bo wî peyamek belav kir, diyar kir ku ew kesekî entellektuel û dilnizm bû.

(Ev fotoyê wî û jina wî di sala 2015’an de li Tehranê di çalakiyek de ji aliyê AFP’ê ve hatiye kişandin)

Çavkanî: Diyarname (16.10.2023)

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir