Derhêner jî ji Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê vekişiyan
60’emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê biryar dabû ku belgefîlmê Nejla Demirci ê bi navê “Kanun Hukmu” ji festîvalê derxe. Piştî vê yekê rastî gelek bertekan hat.
Juriya festîvalê dijî vê yekê daxuyanî dabû. Niha jî derhêner û sazkarên fîlmên ku di pêşbaziyên Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlm û Kurtefîlman de ne daxuyanî dan û fîlmên xwe bi paş ve kişandin.
Derhêner û sazkaran got ku derxistina belgefîlmê Kanun Hukmu ji festîvalê tê wateya tehdîda li hemberî huner û azadiya ramanê û ew vê yekê qebûl nakin. Wan got ku heta ev belgefîlm di pêşbazî de cihê xwe negire ew di nav festîvalê de cih nagirin.
Çavkanî: Diyarname