Derhêner Quentin Tarantino li ser projeyên xwe yên nû axaftin
Derhênerê navdar ê Amerîkayê Quentin Tarantino li Londonê beşdarî li çalakîya “BAFTA: A Life in Pictures”ê bû û li ser projeyên xwe yên; pirtûk, fîlm û rêzêfîlman axaftin.
Xelatgirê du Oscaran Quentin Tarantino diyar ku, ez dixwazim pirtûka xwe ya nîvçe maye di sê mehan de xelas bikim û lîstikeke teorîk binivîsim. Derhênerê navdar di axaftina xwe de got ku ez dixwazim li ser projeyên rêzefîlmekî televîzyonê û fîlmê xwe yê 10’ê bixebitim.
Derhêner Quentin Tarantino der barê projeyên xwe yên nû de axaftin û got, ez dixwazim lîstikeke binivîsim, rêzefîlmekî televîzyonê bikişînim. Derhêner di axaftina xwe de diyar kir ku, ez pirtûkeke nû dinivîsim û plana min ev e ku di 3 mehan de pirtûka xwe biqedînim û ez dikarim dest bi kişandina fîlmê xwe yê nû bikim.
Quentin Tarantino herî dawî fîlmê bi navê “Once Upon a Time in Hollywood” kişand û fîlm ketibû vîzyonê. Taratino li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Pulp Fiction” (1994), “Reservoir Dogs” (1992), “Inglourious Basterds” (2009), “Kill Bill: Volume 1” (2003), “Jackie Brown” (1997), “Django Unchained” (2012), “Kill Bill: Volume 2” (2004) û “The Hateful Eight” (2015), “True Romance” (1993), “From Dusk Till Dawn” (1996) û “Grindhouse: Death Proof” (2007) ve tê naskirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com