Derhêner û aktivîsteke Kurd: Viyan Mayî
Hevpeyvîn: Derya Kılıç
Viyan Mayî 1960 li Gundeyê Mayê ya Duhokê hatiye dinyayê. Paşnavê wê jî ji gundê wê tê. Wê di dibistanê de kurdî û edebî xwendiye. Pîştî ku gundê wan tê şêwitandin, tên bajarê Duhokê. Ji ber zêdebûna zordarî û kuştinê, ew û hevjînê wê di sala 1993an de berê xwe didin Ewropayê û li Swêdê nîştecih dibin. Mayî li wê derê xwendina xwe xelas dike û di sala 2005an de berê xwe dide Başûrê Kurdistanê bo berdewamkirina xebatên xwe yên sinemayê. Wê 4 kûrtê film û filmekê dirêj bi navê “Doz”ê çêkirine. Herwiha ew ji yek kesan e ku “Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê” damezrandiye.
Ew dibêje li gundê wê gelek nivîskar, çîrojbêj helbestvan hebûn. Malbata wê hemû helbestvan bûn. Heta bapîrên wê xwediyê pirtûkan bûn. Ev hemû li ser Vîyan Mayî tesîr kirine.
Di destpêke me xwest bi Vîyan Mayî re behsa sînemaya wê, sinema kurdî û jinan bikin. Lê sohbet hat cihêke car caran me di şûna sinemayê de behsa dewlendiya çand û kulture kirin. Lê dawiya dawî de em hatin li ser sînemayê û me carekî din dît ku nasnameya kurdan, welatê kurdan, kultur û çanda wan, sinemaya wan bi hev re girêdayîne. Heger em behsa yekê bikin ya din nekin. weke ku tiştekî bê te’m û kêm e. Ma we qet şîrînî bê şeker xwariye? Heger we xwaribe, ma we ji ti te’m girtiye? Lewra car caran em sînema axivin car caran muzika kurdî û cara caran jî me behsa jîyanê kirin.
“Lê ez bibêjim mesela jinên kurd bi rastî meseleyekê gelek tevlihev e.
-Te biryar da ku sinemageriyê bikî? Yan mabesta min çi li ser te tesîr kir ku te berê xwe da sinemayê?
Ev tiştên ku min gihandin sînemayê xewna min ya zarokatiyê bû. Li gundê me şevên zivistanê gelek dirêj bûn. Mala me maleke gelek mezin û Xwedî mêvan bû. Her dem mêvanên me hebûn û mirovên çîrokbêj gelek hebûn. Bavê min banga wan dikirin û dihatin çîrok digotin.
Bavên min bi xwe gelek rewşenbîr û zana bû. Kî dihat gund, lê bang dikirin. Bavê min ji wan re digot werin li diwanê rûnin. Ev hemû tişt zanist û rewşênbirî ne. Behsa çîrokan dikirin. Ev hemû ji bo min bûn dastan. Min di serê xwe de dikirin wêne.
Her wiha li gundê me bi taybet li mala bavê min jin û mêr ji hev cuda nerûdiniştin. Mêvanê me kî bibûya divê em li divana rûniştina. Ev çîrokên dihatin gotin min di serê xwe de dikirin, film bê ku ez bizanibim film çawa ne; bê ku ez televîzyonê bibînim an jî sînemayê bibînim. Min tasvîr çêdikirin. Wêne çêdikirin. Heta rojekî ji rojan birayê min yê ku ji min mezintir bû ji bajarê hat û behsa sinemayê kir. Hindî min pirs jê kirin ka film çawa ye? ka sînema çawa ye?
Wê çaxê gelek piçûk bûm. Bavê min ji birayên min re got heger carekî din çûyî Duhokê xwişka xwe ligel xwe bistîne sînemayê. Birayê min jî ji bavê min re got: “Li wê derê jin naçin. Hemû mêr in. Cindî yanî esker diçin”. Bavê min got; “Baş e. Lê bajarê Misîlê jin naçî? Wê bibe Misûlê”. Piştre em hatin Duhokê. Mala xwişka min ya mezin li wê dere bû. Xizmekî mê li Misûlê hebû. Em çûn mala wan. Em şevek li mala wan man û ez û biraya xwe çûn sinemayê. Dema ku em çûn sînemayê li wê derê jî hemû mêr bûn. Bes min jin nedîtin.
Film jî filmekê hindî bû. Lê tercûmeya wê erebî bû. Min erebî nizanibû. Lê birayên dizanibû û ev ji min re tercûme kir. Ew hêdika ji min re digot çi diqewim. Film gelek xweş bû.
Li wê derê yekem car ez ji mirovan tirsiyam. Qîrîna mêran min tirsandibû. Li gund hemû kes hemû kesan nas dikın. Piştî hingî ez êdî newêribûm biçim sînemayê. Min hewl da ji hevalên xwe behs bikim. Temenê min yazdeh-dozdeh salî bû min dest bi çîrok nivîsandinê kirin û ev çirokan ji çîrokên ku ji me re dihatin gotin ve pêk dihatin û min pirrtir di serê xwe de dikirin film û tiştekî din jî di rewşenbîriya me ya Kurdistanî ye. Civaka me hemû rewşenbîrên devkî ne. Yanî vegeranê, stran dihatin gotin. Me guh dida radyoya Bexda û Êrivanê û ew strana hemû min dikirine film. Hingî min hêdî hêdî mezin bûm, bûme gencek gundê me hatin şewitandin û Pişt re em rêwiyan û carekî din hatin Duhokê. Em ketin bajarê Duhokê. Ev bandorekê mezin li ser min kir. Mi xwast ez bibim şoreşgerekê mezin bo gundê xwe, bo azadiya milletê xwe. Êdi min dest pê nivîse kir. Di wî demî de tirs gelek hebûn, girtin gelek hebûn. Ev hemû nivisên min winda bûn.
Êdi li we derê min guhê xwe dida radyoyê û min stranekê dîrokî li ser keça ku ji Sêirtê direve diçe Baedrê. Li vê derê êzidî hebûn. Ji ber ku bavê wê bi zorê bi kurekî acem dizewicand, ew jî direve. Navê stranê “Serme” ye. Filma min ya “Doz”ê ji stranan Serme hatiye. Hezaran salê stran ji devê jinan ve hatine gotin.
Tevî ku winda bûn û em hatin Swêdê, ev hemû çîrokan di serê min de hebûn. Piştî 20-30 salan min dest pê kir û hêdî hêdî nivîsandin. Senaryoya filma dozê wisa derket holê. Ev pirrtir 20-30 salan min şûl li ser kiriye. Ev strana dîmenê Kurdistanê ye, kaniya Kurdistanê ye, evîna jina kurd nîşan dide. Rastiya wê nişan dide. Ji ber vê ez gelek kêfxweş im ku ev bûye film.
-Ez dixwazim werim li ser meseleyekê girîng. Jin û sinema, ev her du ji bo te tên çi wateyê?
Ji ber ku sînema xedika jiyanê ye û jin jî ser çavê jiyanê ye. Ji ber vê ji hev du qut nabin. Sînema çi ye? Gelek huner bi hev re girêdayîne ku tu di wê hunerê de modela jiyanakê civatê nîşan dide û di vê civatê de jin perwerdekar in, dayîk in. Bi tevahî hebûn û rola jinê gelek girîng e û dîroka wê jî gelek girîng e. Ji ber vê hem astengî hem şarezayî û hem jî berxwedan û evîna mezin layê jinê heye. Ez weke jinek ji herêma ya Bahdinan min got filmekê çêbikim, gelek caran pirsyar tên kirin çi qedr zehmet e. Lê ji bo jin zehmet nîn e. Ji bo mêran zehmet e. Di çanda me de, di kultura me de alîkarî lê jinê gelek heye. Dema ku jin û mêreke dibînin jinek film çêdikin, tên pêş û dibêjin “ez harîkar im”. Ev gelek cewaz e. Harîkariya aborî dihat kirin, harîkariya temsiliyetê dihat kirin. Eşqa wan ya bo sînemayê min dît. Ev modela jiyana kurdewariyê ye.
–Li gorî te kêşe û astengiyên ku li ber sînemagerên jinê kurd hene çi ne? Ez dixwazim tu behsa nêrin û tecrubeyên xwe bikî.
Weke ku civata me ya kurdî, kurdewarî û asankarî hebû. Zehmetî tune bû. Eşqeke hebû bi xelk re û alîkar bûn. Weke sîstem kêşe hene. Ew ku sermayedar in, ew ku hikomran in, ew ku pare di dest de ne, hemû mêr bûn. Ew hevkarî li hev du dikin û kom çêdikin û em li derveyê vê tên hiştin. Ji vî aliyê ve min gelek zehmetî kişandin. Alîkarî nebûn. Lê bes weke millet, weke kes, weke xellk harîkarî zor bûn. Ew in ku sîstemê bi rê ve dibin, ew in ku desthilatdar in, ew in ku pare di deste de ye, divê rêveberiyekê dirust ya sînemaya danîn. Hewldanên me hene. Ez û hevalên min berdewam in li Duhok û Hewler û Sileymanî ye. Em projeyan çêdikin.
-Ez dizanim ku tu li Swêdê ye bi salan in. Ev bandorekê çawa li ser te kir?
Ez li Sêdê bûm. Imkanên min hebûn ez bixwînim. Min jî dest pê kir li ser kamerê, derhênerî, nivisîna sernayoyê xwendin. Min bi navê “Name” kurte filmekê çêkir. Vê filma di nava dozdeh kurte filmên zanîngehê de derçûn bûn yekem. Mamosteyên min yên Swêdî gelek piştevaniya min kirin bo berdawam bikim. Min got “ez ê xwendina xwe xilas bikim û berê xwe bidim û biçim Kurdistanê û li wê derê dest pê bikim”. Min û zilamê xwe me biryar da ku ez biçim berî wî di 2005an de. Ew bimîne li cem zarokan. Weke du mehan ez berî wî çûm û rêveberiya sînemaya hunerê vekir. “Festivala Gulbaharê” çêkir. Min hewl da çand û culturê peşbixim. Heta niha jî ez pê re mijûl im.
-Lê weke sînema?
Welatê Swêdê heta astek gelek demokratîk e û jiyan jî li wê derê rihet e. Lê di meseleya sînemayê de, di huner û çîrokan de Kurdistan dewlemendtir e. Piraniya çîrokan temam bûne, xilas bûne. Niha berê xwe danê Fransayê, Kurdistanê.
–Ez dixwazin werim li ser “Festîvala Filman a Navnetewî ya Duhokê”. Ew fikra çawa çêbû û çawa hat li dar xistin?
Dema ku ez çûm Duhokê bo çêkirina yekemîn kurte filma xwe ku li ser namûs bû. Bira pêşiman dibe xwişka xwe bikûje û lê nebû. Hemû film jin, lawaz û zeîf nîşan didan, hemûyan mêr zalim nîşan didan, min hez kir tiştekî cuda bikim. Di ev mesela namûsê de kur û bav jî qurbanî ne. Keç û dayîk jî hemû qurbanî ne. Cehaletek e ku hemû di vî agîrê de dikelin. Min xwest bi rengekî cuda nîşan bidim. Helbet nebû. Ji ber ku ew in ku kar dikirin di nav çandê de, rêxistinên wezareta çandî de, pîranî mêr bûn, hindek bes. Hemû kesên ku min digot ez ê film çêbikim gelek xweşa wan dihat. Wextê ku min hewl da vî filmê çêbikim û nebû, gelek astengî hebûn, min got: “Ji bo çi rêveberiya hunerê venekim li bajarê xwe. Madem li Silêmaniyê heye, li Hewlerê heye, ez ê li Duhokê vekim”. Kesî bawer nedikir ku çawa jineke çêbike. Lê min got “ez ê vekim”. Ew du sal hatim û çûm di navbera Duhok û Hewlerê de û min rêveberiya hunera sînemayê vekir û ez bûm mudira wê. Me dixwest di navrera Duhok û perçeyên din yan Kurdistanê karên hunerê çêbikin. Bi ciwanan re me kombûnekê çêkir û me biryar da em ê festivalekê çêbikin û me dest pê kir çi pêdivî ye. Niha ev bûye navdewletî. gelek şanazim ku hem filmên kurdî û hem jî filmên bîyanî tên .
-Ji bo çi ji tê re dibêjin “Meta Vîyan” ?
Bi rastî yekîtiya kutabiyên Kurdistanê li Duhokê dema ku min diwast kurta filma xwe çêbikim, ev sponseriya min kirin. Li wê derê birazayên min hebû. Vî ji min re digot metê û êdî hevalên din hemûyan gotin metê. Piştî ku hevalên din gotin metê, êdî xelkên din jî gotin metê. Wisa ez bûm “Meta Vîyan”.
-Ji bilî sinemayê hin xebatên din dikî. Tu atolyeyên sinemaya li dar dixî. Bi penberan mijûlî. Koma stranbêjên jin hene.
Êre, tu dizanîî çawa ye? Wextê ku min dixwast karê sînemaya bikim, bo çand û hunera welatê xwe tê de diyar bikim, ji bo dewlemendiya çanda xwe diyar bikim, azadiya jinên kurd diyar bikim, ji ber ku şoreş û berxwedana me diyar bikim, ev hemû girêdayî hevdu ne. Dema ku te milê xwe da alîyeke, tu nidikarî ji wan yek paş biminî. Bo numune li hêrema me Bahdinan, her roj mêreke derdikeve weke stranbêj, lê stranbêjên keç nebûn. Min hewl da festivala “Gulbaharê” çêbikim. Ji ber ku Gulbahar stanbêjeke me ya navdare e. Piştî hîngî me dest pê kir koma “Chilkezî” çêkir. Nêzikê sê sal e ev kom heye. Koma Chilkezî bi pîranî ji keçên me yan Ezîdî yên li Xanqê pêk tê û hin keçên me yên din jî beşdar bûn. Ev kom stranên folklore dibêjin. Em dixwazin vê komê belav bikin. Li hemû erdan. Ji Batmanê, Wanê, Barselonayê heval hene û em ê li Stockholmê jî hewl didin komeke Chilkezî çêbibin. Li her erdê berpirsyarê koma xwe hebin. Em pewendiyan çêdikin. Keçên ku ji muzîkê hez dikin, çi li def dixin, çi dixwînin, koma Chilkezî çêbikin û bi jinên biyanî û kurdan. Niha kurdî ne. Koma Chilkezî wê stranên biyanî jî bibêjin û dê gelek xweş bibe. Li Parisê ji hin heval peywendî bi min re danîne û hez dikin vê komê çêbikin. Ev ê gelek xweş bibe. Koma Chikezî ev stranên ku hezaran sal in li navçe û gundên Kurdistanê hatine gotin dibêjin, bo mînak stranên weke “lawoke lawok” bi defê dibêjin.
Em dixwazin koma Chilkezî gelek cihan hebin. Li Almanyayê jî hinek hevalan gotine “em ê kom bibin”. Ez û tu jî em dikarin dengê xwe bilind bikin, komê Chilkewî çêbikin. Jin û mêr her du jî dibin. Lê kesên ku stran dixwînin, divê jin bin. Kesên ku dixwazin bila werin û peywendiyên bi me re bikin û kî parça Kurdistanê ne û kî ji Ewpayayê û cihêkî din e, em hewl didin binîn cem hev.
Tu dikarî niha li Parisê komeke Chilkezî çêbikî.
-Helbet dibe. Ez ê xeber bidim hevalan. Heger bixwazin em ê koma Chilkezî ya Parisê damezrînin.
Dê gelek baş bibe.
-Ji bo çî we nava komê kirin “chilkezî”? Ji bo çi we ev peyv hilbijartin?
Me gelek nav hilbijartin. Me bi riya Facebookê daxwaz kir em navê komê çi bikin. Gelek nav hatin. Mamosteyeke hebû li Bakurê Kurdistanê li Geverê. Ev peyva chilkezî ji bo me rêkir. Gelek xelk rêkirin. Spasiya hemûyan dikin. Bes ya ev mamosteyê hat hilbijartin. Me gelek hez ji wî navî kir. Chilkezî wasfek e, pêgotinakê ciwanî ye, gelek kurdewarî ye. Bi navê chilkezî çîrok hene. Stranan hene. Hema me navê chilkezî dana ser xwe.
-Tu dikarî hinek behsa vê gotinê bikî û ji bo çi û çawa tê bikar anîn?
Dema behsa keçikekê bikirana û bixwastina bibêjin gelek ciwan e, berê ji bo wê digotin çilkezî -chilkezî. Jina ku şox û şeng e, dibêjin çihilkezî.
-Di dema koronayê de xebatên cilkezî çawa dimeşin?
Me niha dest pê kiriye bi rêya online. Ez niha hewl didim chikezî li hemû parçeyên Kurdistan û Ewropayê jî werin çêkirin. Stranên kulturî ku ji dev jinan hatine gotin, bên bistrînin. Em hêdî hêdî çêdikin. Rewşa me nebaş e. Li Kurdistanê şer heye, dagirker hene. Berxwedan heye. Huner û kultura me jî beşekê ji vê şoreşê ye. Divê şervan jî hebin divê hunermend jî hebin.
-Heger ez vê pirsêe nekim nabe bi rastî. Gelo tu feminîst î û tu xwe weke feminîst bi nav dikî?
(Gelek dikene bi vê persa min)- Çi dizanim. Em navê çi bikin. Xwedê ez dibêjim em ji wê jî mezintir in. Jin, riha jiyanê ne, hebûnê ne. Helbet hemû tişt ji jina ve diyar e.
-Heger ji te re bibêjim feminîsteke kurd dibe?
Xwedê nizanim. Bi rastî dibêjim. Ji ber ku ev bi rengeke berê didin feminizmê. Na, ez gelek gelek piştevana kuran jî dikim. Li Duhokê dilê min bi kurên 16, 10 salî ne. Ti kes rêyeke nîşana wan nade.
-Lê dema ku ez li xebatên te dinêrim, ev teqez e ku tu aktivisteke jina kurd e.
Êre, ez çalakvan û sînemakar im.
–Gelek spas Meta Viyan ji bo hevpeyvînê.
Spas xweş cana min.
Fîlmografiya derhêner Viyan Mayî: https://www.imdb.com/name/nm5214298/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com