Derhênera fîlmên efsûnker û derûnnasî: Ildikó Enyedi 

Nivîs: Rûmet Med

Yek ji derhêner û senarîstên baştirîn ên sînemaya nûjen ên Macerîstanê Ildikó Enyedi di sala 1955’ê de li bajarê Budapeşteyê hatiye dinyayê û li dû perwerdehiyên aborî û şanoyê, ji Akademiya Fîlman perwerdehiya sînemayê dîtine. Di sala 1979’ê de bi kurtefîlmê xwe yê bi navê “Flirt: Hipnozis”ê dest bi sînemayê kiriye ku li seranserê cîhanê herî zêde bi fîlmê xwe yên wekî “Vakond”, “Az én XX. századom”, “Büvös Vadasz”, “Tamás és Juli” û “Testről és lélekről”ê tê naskirin.

Di 1987’ê de bi fîlmê metraj dirêj ê xwe yê “Vakond”ê derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û tê de qala çîrokeke xiyalî û romantîk dike. Derhêner Ildikó Enyedi, bi fîlmê xwe yê “Az én XX. századom”ê (1989) li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Kameraya Zêrîn digire ku fîlm bi awayekî çîrokane li ser jiyanên du xwişkên ku ji hev cihê bûne, disekine. Li dû vî fîlmê, “Büvös Vadasz”ê (1994) dikeve vîzyonê û çîroka jiyana nêçîrvanekî tîne ber perdeya sînemayê, ev fîlm ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sundanceyê Xelata Senaryoya Herî Serketî girtibû.

Piştî sê salan, fîlmê wê yê bi navê “Tamás és Juli”ê (1997) ku qala çîroka ciwanekî berbesvan û evîna wî ya havînê dike, derdikeve li pêşberî sînemahezan. Ildikó Enyedi, di 1999’ê de jî fîlmê xwe yê “Simon Magus”ê dikişîne, mijara fîlmê efsûnker e û li bajarê Parîsê, li ser bûyereke kuştinê ye. Derhênera navdar Enyedi  gelek salan di televîzyona Macerîstanê de dixebite, ji bo HBO’yê rêzefîlma bi navê “Terapia” (2012-2017) kişandiye, li zanîngehê dersên sînemayê daye û li dû navbereke dirêj, ji nû ve vedigere li sînemayê.

Ildikó Enyedi, piştî 17 salan bi fîlmê xwe yê nû yê “Testről és lélekről”ê (2017) derdikeve li pêşberî temaşevanên hunera heftemîn û bi vî fîlmê xwe yê “On Body and Soul”ê him ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê Xelata Hirça Zêrîn digire him jî ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) dibe berendam. Derhêner, di herikîna vî fîlmê xwe de qala çîroka du mirovan dike û li ser mijarên ragihandin, veganî, bêhestî, derûnnasî û xewnê disekine.

Derhêner Ildikó Enyedi herî dawî di sala 2021’ê de bi fîlmê xwe yê nû yê bi navê “Feleségem története”yê (The Story of My Wife) derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ev fîlm ji aliyê çêkerî û hevpariya welatên Frensa, Elmanya, Macerîstan û Îtalyayê ve hate kişandin.

Derhêner û senarîstê navdar a macar Ildikó Enyedi, di sînemaya xwe de ziman û atmosfereke efsûnker diafirîne û dikeve li pey çîrokên nepenî yên mirovan, di fîlmên wê de hêmanên pevxistina zanistî, razdar, mîtolojîya Yewnanî, çîrokên gelê cî digirin û bi awayên cûda û resen xwe didin der. Derhêner di sînemaya Macerîstanê de zimanekî nû û vegotinên nû anîne.

Kurtefîmên wî: The Spectator (1981), Rózsalovag (1984), New Books (1985), Mole (1985), Invasion (1986), Goblins (1988), A Gyár (1995), Európából Európába (2004), Első szerelem (2008).

Xelatên wî: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê, Prima Primissima Award for Hungarian Theater and Film Awards, Xelatên Gopoyê.

Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0258221/

https://en.wikipedia.org/wiki/Ildik%C3%B3_Enyedi

https://tr.wikipedia.org/wiki/Ildik%C3%B3_Enyedi

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: