Derhênera kurd Rûken Tekeş li Cannesê Xelata Sorfondê girt

Derhênera kurd Rûken Tekeş, bi projeya xwe ya bi navê “Philax”ê li bernameya Cinefondation L’Atelierê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Sorfondê girt.

Projeya fîlmê nû ya “Philax”ê ya derhênera kurd Rûken Tekeşê îsal ji bo bernameya Cinefondation L’Atelierê ya 75’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hate hilbijartin ku di navbera 22-27’ê Gulanê de tête lidarxistin. Cannesê her sal bi riya Cinefondation L’Atelierê ji bo projeyên balkêş û resen piştgirî dide û ji sala 2005ê û bi vir de tê lidarxistin. Derhêner Rûken Tekeş bi fîlmên xwe yên “Hevêrk” (Çember/The Circle – Kurtefîlm, 2016) û “Aether” (Belgefîlm, 2019) re tê naskirin.

Di bernameya Cinefondation L’Atelierê de heta niha ji bo 182 projeyên fîlman ên cuda û resen piştgirî dane û îsal 15 projeyên ku ji 15 welatên cîhanê cî girtin.

Çavkanî: https://twitter.com/Cinemascot1

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir