Derhênerê hemû cureyên fîlman: Stanley Kubrick

Nivîs: Rûmet Med

Hunera heftemîn “Sînema”, karê afirandina atmosferê ye û di nava xwe de; reng û dengên xwezaya jiyanê dihewîne. Derhêner, fikr û ramanên xwe, bi zimanê sînemayê dide der û me derdikeve rêwîtiyekê û li kolan, xwezaya cîhanê û fezayê de digerîne. Sînema, ronîyeke germ û ciwan e, û wê rastîn û xiyalên jiyanê bi awayekî cur bi cur tîne zimên û dibe rengê şînbûnê. Di hunera heftemîn de hin derhêner hene, mora xwe dane li dîroka sînemayê û fîlmên nejibîr û bêhempa kişandine. Yek ji wan derhênerên nemir ên cîhanê jî Stanley Kubrick e.

Derhênerê navdar Stanley Kubrick, di 1928’ê de li New Yorka Amerîkayê ji dayîk bûye û bi eslê xwe Cihû ye. Kubrick, ne girêdayî bi tu olê mezin bûye û di gelek hevpeyvînên xwe de jî eşkere kirine, ateîst e. Derhêner, di ciwaniya xwe de, bi salan wênekêşî kiriye û hêj di 14 saliya xwe de, wêneya rojnamefiroşek ku ji ber nûçeya mirina Serokê DYA’yê ya wê demê Rooseveltî, xemgîn bûye û ketiye erdê, ji kovara Look’ê re firotî ye û piştî sê salan, li kovara Look’ê dest bi karê kir û weke nûçegihanê fotoyan xebitî. Derhêner; li ser mijar û çîrokên her fîlmên xwe çend salan xebitîne, hema hema di hemû cureyên sînemayê de fîlman kişandine û hemû fîlmên wî jî ji bo dîroka sînemayê weke berhemên sereke tên bi nav kirin.

Stanley Kubrick, di 1947’ê de bi hevala xwe ya dibistanê Taba Metzê re zewicî û di sala 1952’ê de ji jina xwe qetiya. Kubrick, piştî vê zewacê, bi Ruth Sobotkayê re zewicî. Derhêner, ji karê xwe ya wênekêşîyê îstîfa kir û di sala 1950’ê de di derbarê boksorê Walter Cartierî de, belgefîlmeke bi navê “Day of the Fight” û piştî salakê jî belgefîlmê “The “Flaying Padre” kişandin.

Kubrick, yekem fîlmê metraj dirêj a xwe ya “Fear and Desire” (1953) bi piştgirîya malbat û hevalên xwe re kişand. Derhêner, di vê fîlmê xwe de, qala hewlên jiyanê yên komeke leşkeran ku ketine xetên (sînor) dijminanê dike. Di nava fîlmên Kubrickî de nerîneke dîyalektîk û zimaneke felsefîk xwe dide der. Di fîlmên xwe de li ser diyardeyên guherîn û veguherînê de disekine, qala jiyanên mezlûman û rewşa çînî û stemkariya cîhanê dike û rûyê şert û mercên jiyanên daringî û arişî nîşanî mirovan dide.

Derhêner, di sala 1953’ê de metraj dirêj a xwe ya duyem bi navê “Killer’s Kiss” û dûre jî fîlmê “The Killing” (1956) kişandin. Kubrick bi van fîlman ve hêdî hêdî li Hollywoodê deng veda. Stanley Kubrick, di dîroka 1957’ê de fîlma xwe ya nû “Paths of Glory”ê kişand û bi vê fîlmê, fikr û ramanên xwe yên li dijî mîlîtarîzmê û şerê bi awayekî xurt û geş, da ber çavan. Fîlm, ji aliyê rexnegirên sînemayê ve gelek hate ecibandin û lê, li salonên sînemayê gelek nehat temaşekirin. Stanley Kubrick, di 1958’ê de bi lîstikvana sînemayê Susan Chiristian re zewicî.

Derhêner Stanley Kubrick, di sala 1959’ê de bi fîlmê xwe ya navdar “Spartakus” re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Piştî vê fîlmê vegeriya Îngilîstanê, di 1961’ê de fîlmê “Lolita”yê ku ji romana nivîskar Vlidimir Nabokovî ji bo sînemayê lê hatiye anîn, kişand. Stanley Kubrick ji sala 1964’an bi vir ve ji hemû cureyên sînemayê fîlman kişandine. Derhêner, bi fîlmê xwe ya “Dr. Strangelove” re dîsa mîlîtarîzmê û şerê rexne kir û rûyê pêşbaziya biçekdarbûnê û bobelatên atomê nîşan dida. Di xwezaya fîlmên Kubruckî de, bikaranîna muzîkên klasîk û rengên atmosferên cihan cihekî taybet digirin û fîlm û muzîkan li hev tên.

Stanley Kubrick, di dîroka 1968’ê de, fîlma xwe ya navdar “2001: A Space Odssey”ê qediya û kişandina fîlmê nû ya Kubrickî sê salan berdewam kirin. “2001: A Space Odssey” bi cureya zanist-pevxistin’ê hat kişandin, heta wê demê li seranserê cîhanê, ji aliyê teknîk û efektan fîlmekî wisa ne hatibû kişandin. Kubrick, di sala 1971’ê de, ji romana “A Clockwork Orange” ya nivîskar Anthony Burgessî, fîlmê xwe ya nû kişand û di vê fîlmê xwe de qala çîroka futurist (paşrojî) a civakeke şîdetxwazê dike û rewş û mercên cîhanê dide ber çavan. Kubrick, di navbera salên 1973-75’an de fîlmekî dîrokî ya bi navê “Barry Lyndon”ê ku qala çîroka jiyana mêrekî îrlandî dike, dikişîne û sehneyên vê fîlma Kubruckî ji aliyê dîtbarî balkêş e û dişibe wêneyên wênesazên nûjen hatiye kişandin. “Barry Lyndon” li Xelatên Akademiyê di çar beşan de xelat standin.

Derhênerê biserketî Stanley Kubrick, di 1979’ê de fîlmê xwe ya “Shining”ê ku ji romana nivîskarê navdar Stephan Kingî ji bo sînemayê lê hatiye anîn, kişand. Cureya fîlmê “Shining”ê tirs/libarbûn e û qala jiyana mêrekî û malbata wî dike. Kubrick, di sala 1987’ê de ji nû ve li dijî şerê, fîlmekî bi navê “Full Metal Jacket” dikişîne û ev fîlm, salên Şera Vîetnamê nîşanî mirovan dide û li ser rûyê şerê û psîkolojîya mirovan disekine û dilê aşîtî û qencîyê tîne zimên. Stanley Kubrick, fîlmê xwe ya dawîn “Eyes Wide Shut”ê di sala 1999’ê de kişand, û derhêner piştî vê fîlmê jiyana xwe ji dest da. Derhênerê mezin Stanley Kubrick, di jiyana xwe ya sînemayê de, Xelatên Ocsar û BAFTA’yê jî tê de li bernameyên gelek festîvalên fîlman xelat wergirtin û bandorê li hunera heftemînê kir û wî vebêjanên estetîk û rastînê pevgihandin. Kubrick, ji bo dîroka hunera sînemayê bû mamosteyekî nemir.

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Stanley_Kubrick

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 94, 95). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç

Weşanxane: Afa Yayınları. (1999)

“Sinema Tarihi” (Rûpel: 84). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şirin Tekeli

Weşanxane: İletişim Yayınları. (1990)

https://www.imdb.com/name/nm0000040/

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: