Derhênerê kurd Mano Xelîl ji bo lîsteya Festîvala Fîlman a Cannesê hate hilbijartin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê her sal 100 kesên baştirîn ku di warê sînemayê de xebitîne hildibêjere û weke lîstyeke 100 kesî diweşînin. Îsal derhênerê navdar ê kurd Mano Xelîl, ji aliyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ve yek ji berbijêrên herî serketî ku di warê sînemayê de kar kirine hate hilbijartin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Rûdawê de hatiye weşandin, îsal derhênerê navdar ê kurd Mano Xelîl ji aliyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ve yek ji berbijêrên herî serketî ku di warê sînemayê de xebitîne hate hilbijartin. Ji bilî derhêner Mano Xelîl, Kînda Elûş, rojnamevan Lana Cindî û produser Irwe Nêrebiye jî di lîsteya 101 kesî ya Cannesê de cih girtine.

Derhênerê Qamişloyî Mano Xelîl li Zankoya Şamê ya Sûriyeyê di beşa Dîrok û Mafê de xwendiye, lê dest ji xwendinê berdaye û di sala 1986an de çûye li Çekoslovakyayê û li wir li Akademiya Sînemayê xwendiye ku mamosteyê wî derhênerê navdar Stanislav Párnicky bû. Derhêner Mano Xelîl piştî qedandina Akademiya Sînemayê, bawernameya masterê di derhêneriya sînema û televizyonê de wergirtiye. Bi heft zimanan dizane, di navbera salên 1990-1992an de di gelek fîlmên sînemayê de weke lîstikvan cih girtine. Mano Xelîl Xelîl ji zêdetirî 1000 hevpeyvîn kirine û reklamên televîzyonê kişandine, herwiha rêveberîya wênekêşîya serbixwe ji bo fîlmên metraj dirêj û belgefîlman dike. Derhêner ji sala 1996ê û bi vir de li Swîsretê jiyana xwe didomîne û heta niha nêzîkî 20 fîlman kişandine, ji gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtine.*

Mamo Xelîl li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Cîran”, “Bexçê Bihiştê û fîlma Al-Anfal, “bi navê Allah, Baes û Saddam” ve tê naskirin. Fîlmê Mano Xelîl yê “Cîran”, qala çîroka zarokekî kurd dike û di salên 1980an de li gundekî sînorê yê Rojavayê Kurdîstanê diqewime. Di fîlmê de lîstikvanên kurd, ereb û yên neteweyên din cih digirin.

Fîlmê “Cîran” heta niha beşdarî li gelek festîvalên fîlman bûye û ji gelek festîvalan xelat girtine. Di sala 2021ê de li bernameya Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Gongwon-do a Koreyê Xelata Fîlmê Baştirîn û Xelata Fîlmê Baştirîn ê Swîsreyê, li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Xelata Metrajdirêj a Baştirîn (Xelata Herî Serketî ya Festîvalê) girtibû. Fîlm, di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Zagrebê de hate nîşandayîn.

Ji bo agahî: Cannes

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: