Derhênerê mezin Jean-Luc Godard jiyana xwe ji dest da

Derhêner, senarîst û rexnegirê sînemayê yê navdar ê Frensayî Jean-Luc Godard di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Sînemagerê navdar Godard yek ji pêşengê rêbaza sînemaya ‘Pêla Nû Ya Fransiz’ê bû û li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; Breathless, Alphaville, Une femme est une femme, Masculin Féminin, Le petit soldat Le mépris, Contempt, Pierrot le Fou, Bande à part ve tê naskirin.

Jean-Luc Godard ji bo hunera heftemîn şêwaz, ziman û teknîkeke nû û resen afirandin, û bi gelek metrajdirêj û belgefîlmên xwe ve mohra xwe li dîroka hunera sînemayê da.

Çend gotinên Jean-Luc Godardî:

“Divê berrahî/rastînî jî wekî jîyanê bibe û divê destpêk û dawiya wê nediyar bibe…”

“Ya ku di dawiya serdemekê de dimîne, huner e!…”

“Feylesof û derhêner, nerîna nifşa xwe didin der…”

“Wêne rastîn e.. Sînema, di çirkeyê de 24 caran rastîn e…”

“Êdî ragihan/pevguhazî tune.. Bi tenê navgînên ragihandinê hene…”

‘Ma hewce ye ku mirov her gav biaxivin? Belkî jî divê em evqas nepeyivin û jiyanê di bêdengiyê de bijîn. Ku em çiqas biaxivin, peyv jî wateyên xwe ewqas winda dikin…’ “Vivre sa vie: Film en douze tableaux” (1962) (Çavkanî)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir