Derhênerê navdar James Cameron ji bo National Geographicê rêzebelgefîlman amade dike
Derhênerê hoste yê sînemayê James Cameron beşdarî li civîna zivistanê ya Yekîtiya Rexnegirên Televîzyonê bû û li wir ragihand ku wî ji bo National Geographicê rêzebelgefîlmên heywanan amade dike. Cameron di belgefîlmên “Sirên Mêşhingivan” û “Sirên Pengenan” de dê weke çêkerê rêveber cih bigire.
Belgefîlma ewil a rêzeyê di sala 2021ê de bi navê “Sirên Avilkeyan (Balîna)” kete pîyasayê. Derhêner Cameron di çalakîyên danasînê yên fîlmê “Avatar: The Way of Water”ê de li ser mijara hevkarîya NatGeoyê axaft û got, “Tiştê ku li wir bala min dikîşine meraq û heyraniya min a bêdawî ye ku cîhana xwezayî û çawa dixebite, û zanyarî çiqas zû bersiva van pirsan dide ka heywan çawa bi hev re dikevin têkiliyê.” Derhênerê navdar daxuyanîya xwe wiha domand, “Mirov dikare senaryoyan binivîse, lê maweya axaftinê ya heywanan tune. Ji ber vê yekê çêkirina belgefîlman hîndarîya sebrê ye. Çêkerîya belgefîlman dişibe zanistê ye. Hûn dikevin li pey şopa delîlan û rêyeke digerin. Hûn dibêjin ku em bersiva pirsan dizanin, lê hûn bi rastî nizanin çîrok çi ye.”
National Geographicê ragihandibû ku belgefîlmên nû yên rêzeya siran a bi navê “Sirên Fîlan” dê di dîroka 21ê meha Avrêlê de promîyera xwe bike. Ji belgefîlmê fragman hate weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com